Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2021-12-24 17:00:08   WAN - DBP’ê serdana Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin, kir û piştgirî da malbatan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 16’emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, serdana malbatan kir û piştgirî da çalakiyê. Hevserokên DBP’ê yên Wanê Gulderen Varli û Çetîn Ûyar û rêveberên DBP’ê beşdarî serdanê bûn.    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Hevserokê DBP’ê yê Wanê Çetîn Ûyar, diyar kir ku bi politikaya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, hewl didin gelê kurd teslîm bigirin û destnîşan kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Ûyar, xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Em ji bo malbata Şenyaşar û malbatên Roboskê edaletê dixwazin. Em ji bo girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin edaletê dixwazin.”