Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina 2021-12-24 14:30:40   ENQERE - Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata xwest ku daxwaza mudaxiliya Miduriyeta Giştî ya Polîsan, MÎT û Wezareta Navxweyî ya dozê were redkirin û got: “Van saziyan dikaribû êrişan asteng bikin û bisekinin.”   Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê di roja çaremîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Siyasetmedarên girtî tên darizandin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehê lê bûn bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Siyasetmedara kurd û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata di danişînê de axivî û diyar kir ku ew ji roja destpêka dozê ve dibêjin bila hêzên paramîlîter ên di Doza Kobanê der derbixin holê û got: “Qanûna rêgezê vekirî ye. Min li vir daxwaz kir. We mafê axaftinê da parêzerên gilîker lê we mafê axaftinê neda me.”    ‘EW ÇAWA DIBIN MUŞTEKÎ?’   Akat Ata diyar kir ku ew nizanin ku çima parêzerên muştekî jî li vir in û wiha got: “Dibêjin ‘xisar’. Min tu zirar nekir. Dosya lêkolîn nekirine. Ez jî birîndar bûm. Ez bi mudaxaleya gazê bandor bûm. Ev nehatine tomarkirin. Em li kolanan bûn. Dema DAIŞ di 3’ê Tebaxê de ket Şengalê, em li kolanan bûn. Lê hêzên di çalakiya 6-8’ê Cotmehê de cuda bûn. Piştî 6 salan we em ji ber tweeteke hevpar girtin. Her wiha we îfadeyên îtîrafê yên ku di îfadeya yekem a polîsan de jî nehatine pirsîn anîn. Ger hûn ji ber van sedeman me digrin, bila em xwe îfade bikin.”   Ata qêrîna heyeta dadgehê ya li ser parêzeran rexne kir û wiha got: “Ne hûn ne jî em hewce ne biqêrin. Ne mimkûn e ku yek ji me dev ji mafê xwe yê axaftinê berde. Ji ber ku di vê dosyayê de axivîm têm darizandin. Dibe ku ez ji ber axaftinê ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe tê darizandin. Heger ji ber axaftinê min dadbar kirin, bila ez biaxivim, dev ji min bernedin. Li Amedê êrîşî min kirin. Her çend hêzên asayîşê li wir bûn jî ew êrîş tomar nekirin. Ma em ji wan nepirsin? Dema êrîş li min bê kirin dê çawa gilî bikin? Ka em ji wan bipirsin ka çima destwerdan xwestin."   ‘ÇIMA EMRE DEMÎR DI DOSYEYÊ DE NÎNE?’   Akat anî ziman ku Emre Demîr ê ku li Êlihê di bûyerên Kobanê de jiyana xwe ji dest da di dosyaya Êlihê de navê wî hebû lê ne li vir e û got: "Kê vê yekê derxist? Ev îdianame çawa hat amadekirin? Derket holê ku kesê Emre Demîr qetil kiriye leşker e û pişt re jî bêyî ti çalakiyan teslîmî yekîneya wî hatiye kirin. Kê Emre Demîr derxit kûçeyê, kê leşker berdan kolanan? Kê ev hêz daye wan? Ez wê demê li Sêrtê bûm, pişt re min xwest ev hemû li Meclîsê bên lêkolînkirin. Midûriyeta Giştî ya Polîsan, MÎT û Cendirme ji van bûyeran berpirsyar in û dikaribûn asteng bikirina.”    ‘EM BEŞDARIYA BERPIRSIYARN QEBÛL NAKIN’    Akat bi bîr xist ku axaftinên wê yên dem û cihên cuda jî di îdianameyê de cih girtine û wiha got: “Ez daxwaza beşdarbûna polîs, cendirme, MÎT û Wezîrê Karên Hundir qebûl nakim. Nêrîna we çi dibe bila bibe, pêşdaraziyên xwe bişkînin. Ji bo ku 6-8’ê Cotmehê careke din neqewime, bi pêşdarazî li me neyên hev. Me cenaze veşart. Me cenaze rakirin. Me ji bo parastina mafê jiyanê yê gel şer kir. Li vî welatî hêzên paramîlîter aktîf bûn. Pêvajoya ku pirsgirêka Kurd herî zêde nêzî çareseriyê bû, me dît. Em ê bi qasî ku bixwazin biaxivin. Heya ku hûn daxwaza axaftina me qebûl bikin. Divê ev danişîn nebe danişîna qîr û gefan. Em naxwazin dengê we bilind bibe. Dema ku mafê axaftinê tê xwestin bila bê dayîn.”   ‘EM JI BO BEDEL DAYÎNÊ AMADE NE’    Akat wiha berdewam kir: “6-8ê Cotmehê kî li kuçeyê bû? Ew gulebaran kirin. Kê ev hêz daye? Kê hêzên paramîlîter fînanse kir, kê ew derxistin kolanan. Bêgûman em ê liv ê yekê bipirsin. A rast em ji wan bi gilî û gazin in. Em giliyê wan dikin. Ka em biaxivin. Ger çareseriyek çêbibe, em amade ne li vî welatî berdêlan bidin. Hemû hevalên ku di vê mijarê de axivîn ev gotin.”   Piştî axaftina Akat dadger saetek û nîv navber da danişînê.