Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin 2021-12-24 11:22:28   WAN - Polîsan li Wanê û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin û rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kes binçavkirin.    Polîsan li navçeya Qelqelî û navçeyên navendî yên Wanê bi awayekî hem wext bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qelqeliyê Sakîne Kûtpinar, rêveberê navçeyê Kenan Ozmaya, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê; Dervîş Hazir, Şakîr Tosûn, Zana Îşler, rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeyê Cevdet Guçlu, welatiyên bi navê Aslan Ayaz, Şemsettîn Akyol, Kûdret Akyol, Ayhan Kilinç, Alî Bagci, Ûbeyt Oranli û Borî Şanli binçav kirin.   Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Wanê û wê hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.