Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî... 2021-12-24 09:39:56 ŞIRNEX - Di 28'ê Kanûnê de bi balafirên şer 34 kes hatin qetilkirin. Wê şevê piştî dengên balafiran ên erd û asîman hejandin, li Roboskiyê tenê malên vala man. Ji malbata Alma ku 20 ferdên wê hebûn, tenê dê û bav mane û gotin: "Hemû zarokên me çûn, tenê em di vê gorê de man."  Di 28'ê Kanûna 2011'an saet di navbera 21.39 û 22.24'an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di navbera gundê Bêjûh û Roboskiyê yên navçeya Qileban a Şirnexê de 38 gundiyên li sînorê Herêma Kurdistana Federe bombeberan kirin. Balafirên şerî bi giştî 4 bombe avêtin ser gundiyan. Di vê bombebaranê de 18 jê zarok 34 kes jiyana xwe ji dest dan.    10 sal di ser komkujiyê re derbas bûn. Lê belê hê jî Roboskî di şînê de ye. Me li kîjan deriyî xist, li piştî wî deriyî em leqayî jiyana zarokên çîroknîvcomayî hatin. Jinên ku xwestin bal bikişînin ser bêedaletiya ku piştî komkujiyê rû daye, hê jî reş girêdidin û şerpeyên reş didin serê xwe. Bi nêzîkbûna salvegera komkujiyê re û bi berfa li gund, malbat careke din di 28'ê Kanûna 10 sal berê de dimînin aliqî. Malbatên ku piştî biryara DMME'yê bêhêvî bûne, hem diêşin hem jî hêrs dibin.    Piştî komkujiyê malên Roboskiyê hêdî hêdî vala bûne. Malbat ji bo vê dibêjin, "Naxwazin di nav bêhna xwînê de bijîn." Yek ji malbata ku hema bibêje temamê ferdên wê koç kirine malbata Alma ye. Malbata Alma ku li gundê Bêjûhê dijî, 30 sal in di heman xaniyî de ye. Nadîr Alma yê 25 salî yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, ji 11 zarokên Azîme (54) û Sedîk Alma (54) ên 10 ye. Bav Sedîk Alma, di salên 1990'an de cerdevantî kiriye. Lê ji ber ku ferzkirina "tu yê tevli operasyonê bibî" qebûl nekiriye çek daniye û dest bi sewalvaniyê kiriye. Piştî wextekê Nadir jî xwestiye di warê aborî de aliyê malbatê bike. Nadir ji bo li du birayên xwe yên li eskeriyê û 5 xwişk û birayên xwe yên xwendekar mêze bike, dest bi bazirganiya sînor kiriye. Roja komkujiyê jî ji bo bazirganiyê çûye sînor. Gava ew dengê ku erd û asîman hejand tê bihîstin dêya wî pêxwas berê xwe dide sînor û di nav cenazeyan de li cenazeyê wî digere.    Ji malbatê ewilî birayê Nadir ê 14 salî diçe. Nezîrê 14 salî, naxwaze bixwîne. Ji ber kuştina birayê xwe dev ji dibistanê berdide û naxwaze bixwîne. Paşê her diçe bêdeng dibe. Ji dêya xwe re dibêje, "Wî kuştin, ma ez ê çawa bixwînim." Piştî wextekê jî dibêje, "Wî kuştin, ez nikarim li vira bimînim" û berê xwe dide çiyê. Dêya wî ji wê rojê heya niha tu xeber jê negirtiye. Piştî çûna Nadir û Nezîr, ferdên din ên malbatê jî yeko yeko berê xwe dane bajarine cuda. Ji ferdên malbatê yên tu hêviya wan ji edaletê nemaye hin jê berê xwe dane Enqereyê, hin jê berê xwe dane Stenbolê û hin jê jî çûne navenda Şirnexê.    Piştî komkujiyê bi demeke kurt birayekî Nadir qeyda xwe li beşa Edaletê çêdike. Lê ji ber ku ew edaleta ji bo birayê xwe li benda wê bû qet nehatiye, edalet ji bo wî dibe tiştekî bêwate. Bi hêviya ku dê hesab ji kiryaran bê stendin hem dixebite hem jî dest bi amadekariyên ji bo çûna zanîngehê dike. Di 10 salên borî de hin ferdên din jî li malbatê zêde dibin. Navê Nadir li neviyên xwe dikin û dibêjin, "Bila navê wî li dinê be, lê qedera wî ne qedera te be."    YEKO YEKO WAN BI RÊ KIR   Paşê kur û keçên din jî yeko yeko diçin. Ji malbata ku tevî neviyan 20 ferd in, tenê dê û bav, Sedik û Azîme Alma, li gund dimînin.    Dayik Alma got: "Min ew li vê malê mezin kirin, min li vê malê ew bi rê kirin." Bav Sedik Alma jî got: "Yeko yeko çûn. Ez û dêya wan tenê man."    Dayik Alma, diyar kir ku di wexteke ku mirov haziriyên sala nû dikin de êşeke ku heya sax bin dê ji bîr nekin heye û got: "Di van rojan de zimanê me nagere em bêjins ersal, sala nû. Dê ew roj her tim wekî rastiya me di bîra me de bimîne."      EDALET NEHAT ROBOSKIYÊ   Alma, bilêv kir ku piştî komkujiyê bi çend mehan malbatan li cihê bûyerê perçeyên aydî zarokên xwe dîtine û got: "Malbatan ew perçe dianîn û gor vedikirin û ew vedişartin. Qethiyen em ê ji bîr nekin. Kiryar nehatin darizandin. 10 sal in em dibêjin edalet. Edalet nehat roboskiyê. Em çûn Enqereyê, derî li me venekirin, hesab nepirsîn. Helbet dê Tayyîp Erdogan heya hetayê ne li ser wê qoltixê be, helbet dê rojekê hesab jê bê pirsîn."    Alma, anî ziman ku ew û hevjînê xwe tenê mane û wekî wan gelek şêniyên din ên gund jî terka gund kirine û got: "9 zarokên min mabûn. 4 bûkên min û 9 neviyên min hebûn. Em hemû ki vira bûn. Yeko yeko çûn. Ez û bavê wan di vê gorê de man. Bavê wan li min, ez li wî mêze dikim."    Dayik Alma ku cuzdan, kinc û telefona kurê xwe Nadir veşartine, got kincên wî neşûştine û hesreta xwe bi van tiştan ditebitîne.    ‘HESAB JI ME PIRSÎN'   Bav Sedîk Alma jî diyar kir ku Nadir barê malê hemû hilgirtibûye ser milê xwe û got: "Tim behsa teknolojiyê dikin. Dibêjin, 'Hêza me heye, teknolojiya me heye.' Ev teknolojî zarokên me kuştin. Ji dêvla ku hesab bidin, hesab ji me pirsîn. Li min û du kurên min bi hinceta 'îhlala sînor' doz vekirin. Wan ji ber tişta ku kirin fedî nekirin, lê xwestin em fedî bikin."    Alma, destnîşan kir ku beriya komkujiyê li vê malê qelebalix bûne û got: "Tevî bûk û neviyan em 20 kes bûn. Piştî birayên xwe, deyax nekirin li vira, çûn..."     MA / Arjîn Dîlek Oncel - Zeynep Dûrgût