Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin 2021-12-23 18:38:09   STENBOL - Platforma Saziyên Demokratîk ku ji Qada Tunelê ya Taksîmê heya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê di bin dorpêçê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan protesto kir got: "Bila baş bê zanîn dê ev dorpêç bê şikandn, dê ev îqtidar bê hilweşandin û dê hemû girtî azad bibin."    Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo balê bikişîne ser mirinên ku di demên dawî de li girtîgehan çêdibin û rewşa girtiyên nexweş, li Qada Tunelê ya Taksîmê kom bû û xwest daxuyeniyeke çapemeniyê bide. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlementerê partiya Demokratîka  Gelan (HDP) ê Sten bolê Mûsa Pîroglû, Hevserokên HDP'a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, rêvebirên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Polîsên ku beriya daxuyaniyê Qada Tunelê û derdora ê dorpêç kirin, nehiştin girse biçe qadê. Polîsan kesên ku xwestin biçin qadê dorpêç kirin û heya demeke dirêj nehiştin eks ji nav dorpêçê derkeve. POlîsan paşê mduaxileyî girseyê kir û 8 kes binçav kirin.    HEYA HDP'A STENBOLÊ MEŞIYAN   Girseyê bertek nîşanî vê yekê da û ji Kolana Îstîklalê heya HDP'a Stenbolê ya li Şîşxaneyê meşiya. Di dema meşê de dirûşmeên wekî "Bijî berxwedana zindanan" û "girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin berzkirin.    Polîsên ku dem bi dem pêşiya girseya dimeşiya girtin, li vira jî 3 kes binçav kirin. Her wiha polîsan pêşiya kedkarên çapemeniyê jî girtin û nehiştin dîmenan bigrin. Lê belê tevî ev qas astengiya jî girse heya HDP'a Stenbolê meşiya.    ‘DÊ AKP-MHP BICEHIME'    Girseyê xwest li vira daxuyaniyê bide. Lê li vira jş polîsan girseyê dorpêç kir û gotin dê nehêlin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu destnîşan kir ku ya tê kirin dijhiqûqî ye û dê vê yekê qebûl nekin. Encu got: "Vê yekê baş zanibin ku dê faşîzma AKP-MHP'ê ji vî welatî bicehime biçe."    ‘DÊ DORPMÇ BÊ ŞIKANDIN, AKP HILWEŞE'   Parlementerên HDP'ê Mûsa Pîroglû û Oya Ersoy ku xwestin li ber avahiya partiyê tevli daxuyaniyê bibin lê polîsan nehişt biin ber avahiyê, çûn li qada Galatasarayê daxuyanî dan. Parlementer Pîorglû ku li vira axivî bal kişand ser mirinn li girtîgehan rû didin û got: "Cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derdikevin. Bi seda girtiyên nexweş di girtîgehan de ne, lê baronên tiryakê, baronên mafyayan tên berdan. Heger zilmek wiha li girtîgehênw elatekî hebin zanibin ku ev zilm li kuçeyan jî heye. ên li girtîgehan zilmê dikin dixwazin welêt bifetisînin. Em kengî dengê xwe bilind bikin em tên dorpêçkirin. Lê divê bê zanîn ku dê ev dorpêç bê şikandin û dê îqtidar hilweşe û dê girtî azad bibin."    Parlementer Oya Ersoy jî destnîşan kir ku bi şebekeyeke sûcan re rû bi rû ne û got: "Navê vê faşîzm e Lê divê baş bê zanîn ku dîroka vî welatî li dîroka berxwedanê ya li girtîgehaan û li derve li dijî zilmê tê kirin."