Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin 2021-12-23 16:58:23   AMED/ŞIRNEX - Ji bo kongreya ciwanan a di 26’ê Kanûnê de li Amedê û mîtînga HDP’ê ya di 25’ê Kanûnê de li Rihayê were lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.    Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Farqînê, li navçeya Farqînê civîna gel li dar xistin. Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan endamên TUAY-DER’a Amedê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di civînê de axivî. Ceylan, diyar kir ku mijarên sereke yên hevdîtinê tecrîda li Îmraliyê, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş in.    TECRÎD Û GIRTÎGEH    Ceylan, dazanîn ku gefên li ser partiya wan didomin û wiha got: “Doza Kobanê weke darekê li ser me hemûyan digerînin. Dîsa ji bo AKP û MHP temenê xwe dirêj bikin, siyaseteke li dijî kurdan dimeşînin. Divê ev siyaseta şer a komkujîker li her derê were teşhîr kirin.”   Ceylan, ji bo mîtînga di 25’ê Kanûnê de bi dirûşmeya “Niha Dema Edaletê ye” li Rihayê û kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya bi dirûşmeya “Niha dema Ciwanan e” di 26’ê Kanûnê de li Amedê li dar bixin, banga tevlîbûnê kir.    ‘EM Ê BIBIN BERSIV’   Ceylan, bi lêv kir ku wê HDP dengê dayikan, gelan bibin her derê û wiha axivî: “Em ê hem gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê bînin ba hev hem jî dengê xwe li hemû cîhanê û kesên li dijî me bilind bikin. Em ê bêjin ku, kurd li girtîgehan çi dijîn, tiştên li HDP’ê hatine kirin qebûl nakin û em ê têkoşînê geştir bikin. Jin û ciwan xwediyê vê têkoşînê û partiyê ne.”   Civîn, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.    CIWANAN VEXWENDIN KONGREYÊ    Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Silopiyayê bi belavkirina belavokan ciwan vexwendin kongreya xwe ya li Amedê were lidarxistin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, endamên meclîsa şaredariyê, Hevserokên HDP’ê yên Silopiyayê û gelek endamên partiyê piştgirî da ciwanan.