Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike 2021-12-23 16:36:19   ENQERE - Parêzerên Doza Kobanê diyar kirin ku ew ê hefteya bê beşdarî Doza Kobanê bibin û dê beşdarî doza li Enqereyê nebin.    Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê şopandin.    Piştî axaftina Endama MYK’a HDP’ê ya berê Gulfer Akkaya, parêzerê wê Îbrahîm Ergun parastinê kir. Ergun da zanîn ku ew ê wek parêzerên Doza Kobanê beşdarî danişîna doza Denîz Poyraz bibin û dê beşdarî danişîna vê dozê nebin.    Parêzerên din jî diyar kirin ku ew ê hefteya bê beşdarî danişîna doza Denîz Poyraz bibin.     Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê heta sibê navber da danişînê.