Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre 2021-12-23 16:31:40   AMED - 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku bi biryarên xwe yên di dozên siyasî de dida dihat rojevê ji dozên siyasî hat vekişandin. HSK'ê dadgehê ji bo dozên edlî peywirdar kir.    Li Amedê, 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku bi biryarên xwe yên di dozên siyasetmedarên kurd de dida dihat rojevê û rexneyên alîgiriya bihêz lê dihatin kirin, ji aliyê Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) ve ji dozên siyasî yên weke "sûcên makezagonî" tên pênasekirin hat vekişandin. HSK'ê bi biryara xwe vekişandina dozên siyasî re dadgehê ji bo dozên edlî peywirdar kir.    Vê dadgehê beriya niha cezayên giran li siyasetmedarên jin ên mîna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen birîbû. Dadgehê li Guven 22 sal û 3 meh, li Gokkan 30 sal û li Alokmen jî 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû û biryara girtina wan dabû.