HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe 2021-12-23 16:31:11 RIHA - HDP’ê bi dirûşma “Niha Dema Edaletê ye” ku wê l idi 25’ê mehê de li Pirsûsê li dar bixista destûr nehat dayîn. HDP ji bo li navenda Rihayê mitîngê li dar bixe serlêdanê kir.   Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê wê di 25’ê kanûnê de li navçeya Pirsûsê mitînga bi dirûşma “Niha Dema Edaletê ye” li dar bixista. Qeymeqamtiya Pirsûsê bi hêceta “bajarê sînor e” û “pandemî” destûr neda mitîng were lidarxistin. Li ser vê biryarê HDP’ê jî ji bo li navenda Rihayê mitîng li dar bixe serî li Walîtiyê da.    Tê payîn ku mitîng di 25’ê mehê de li navenda Rihayê li pêş Halepli Bahçe were lidarxistin û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên bajarên herêmê beşdarî mitîngê bibin.   BANGÊN JI BO MITÎNGÊ    Bangên ji bo beşdariya mitîngê jî berdewam dikin. Parlamenter û rêveberên HDP’ê li gund û navçeyên Rihayê digerin û gazî xelkê dikin ku beşdarî mitîngê bibin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu li navçeya Xelfetî serdana esnaf û xelkê kir û gazî wan kir ku beşdarî mitînga wan bibin. Esnafan û xelkê ji bo krîza aborî gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê beşdarî mitîngê bibin.   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û şandeya pê re serdana navçeya Eyyubiyê, parlamenter Nusrettîn Maçîn û şandeya pê re serdana navçeya Xelîliyê û parlamenter Omer Ocalan û şandeya pê re jî serdana esnaf û xelkê navçeya Hewangê kirin û banga beşdariya mitîngê kirin.