HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir 2021-12-23 16:02:24   MÊRSÎN - Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrsînê wê di rojên pêşiya me de Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar bixe û xebata kongreyê da destpêkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrsînê wê di rojên pêşiya me de Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar bixe. HDP’a Bajêr dest bi xebatên kongreyê kir û civînek li dar xist. Civîn li avahiya bajêr hat lidarxistin û pankarta “Niha dema HDP’ê ye em Kongreya Bajêr a 4’emîn li dar dixin. Em ê bi hêvî û wêrek xwe birêxistin bikin û tecrîdê bişikînin” hat daliqandin. Parlametnera HDP’a Mêrsînê Fatma Kurtulan, endamên Komîsyona Kongreyê û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Endama Meclîsa Partiyê Seher Kadîroglu daxuyanî da.    ‘EM TÊN, DEM DEMA HDP’Ê YE’    Kadîroglu diyar kir ku welat ber bi xerabûna civakî, siyasî û aborî ve diçe û di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de gelê kurd û gelên Tirkiyê tê tecrîdkirin û dixwazin HDP’ê û siberoja gelan û demokrasiyê ji holê rakin. Kadîroglu da zanîn ku HDP pêşengiya guhertinê dike û ew ê ji bo tifaqa demokrasiyê û têkoşîna xwe ya hevpar mezintir bikin. Kadîroglu anî ziman ku niha dem dema HDP’ê ye û bi vî ruhî her kesî vedixwînin kongreyê û têkoşînê.    BANG LI JINAN KIR   Parlamenter Fatma Kurtulan jî axivî û bangê li jinan kir ku ew bi beşdariyek zêde beşdarî kongreyê bibin û dixwazin jin bibin bernamzetên hevserokatiya bajêr. Kurtulan got ev heyam hem ji bo jinan hem jî ji bo demokrasiyê gelek girîng e û banga beşdariya kongreyê li xelkê Mêrsînê kir.