Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne 2021-12-23 10:52:41   MÊRDÎN - Alî Aslan ku li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Amedê girtî ye, ragihand ku ji bo 4 kesan xwarina ku zarokek nikare jê têr bixwe didine wan û di mijara bikaranîna mafan de zext li wan tên kirin.    Hevserokê berê yê HDP'a Mêrdînê Alî Aslan ku  li Girtîgeha Hejmara 4 a Tîpa T a Amedê girtî ye, bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Aslan ku nexweşê şekir û tansiyonê ye, diyar kir ku birçî tên hiştin û ev agahî dan: "Gelek rojan xwarin nadin. Ji bo 4 kesan xwarina ku zarokek 6 salî nikare jê têr bixwe didin. Bi şev hin caran em birçî radizin. Dema ku em bi perê xwe tiştekî dixwazin jî nîvî wan didin. Dibêjin mafê me ew e."    Aslan ku di sala 2019'an de hatibû girtin û 9 meh beriya niha ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bêyî riza xwe sewqî Girtîgeha Amedê hatibû kirin, da zanîn ku rexmî daxwaz kirine jî sewqî bloqên girtiyên siyasî nehatine kirin. Aslan, got ku di bin şertê zor tên girtin.