Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan 2021-12-23 09:14:48 WAN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo 3'yemîn Kongreya Asayî ku dê li Amedê bê lidarxistin bang kirin û gotin: "Ji hevalên ciwan ên dixwazin tevli kongreyê bibin, dikarin serî li avahiyên partiya me yên bajêr û navçeyan bidin."  Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li herêma Serhedê xebatên xwe yên ji bo 3'yemîn Kongreya Asayî didomîne. Kongre dê di 26'ê Kanûnê de li Amedê bê lidarxistin. Beriya kongreyê meclîsa ciwanan li gelek bajaran tevî ciwanan şahî lidarxistin. Tê payîn ku gelek ciwan tevli kongreyê bibin.    ‘EM POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ TEŞHÎR DIKIN'     Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Arjîn Tûncer, anî ziman ku di xebatên xwe yên ji bo kongreyê de careke din ew bîr û abweriya ciwanan kifş bûye û got: "Dirûşmeya kongreya me ya vê carê 'Niha dem dema ciwana ye.' Îqtidara faşîst a AKP-MHP'ê di 6 salên dawî de polîtîkayeke şer a mezin bi rê ve bir û vê polîtîkaya şerê qirêj li hemberî gelê kurd pêk anî. Ji bo îllegalîzekirina ciwanan serî li hemû rêyên derhiqûqî dan. Em dixwazin bi vê kongreyê re polîtîkayên qirêj biqedînin. Yek ji armancên sereke yên kongreya me ew e ku em bibin bersiva tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û çekên kîmyewî."    ‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ BIBIN DENG'   Tûncer, diyar kir ku li herêma Serhedê li 3 deverên cuda hevdîtinên ciwanan çêkirine û ciwan êdî rojekeve polîtîka çêkirine û dixwazin dengên xwe ragihînin. Tûncer, destnîşan kir ku êdî mafê gotinê yên ciwanan jş heye û xwedî wê hêzê ne ku dikairn tiştina biguherînin. Tûncer, destnîşan kir ku pergal herî zêde ji ciwanan ditirse û lewma pergal ciwanên xwedî fikireke polîtîk qebûl nake. Tûncer got: "Em bi ciwantiyeke polîtîk dikarin civakeke polîtîk baifirînin. Ger em bi ser bikevin ez wisa bawer dikim ku em ê bibin bersiva polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan tê kirin. Lewma em bang li ciwanên herêma Serhedê dikin ku di bin banên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de xwe birêxistin bikin. Ciwanên dixwazin tevli kongreya ciwanan bibin dikarin serî li avahiyên partiya me yên bajar û navçeyan bidin."    DÊ BIBE NÎŞANA PRATÎK A BERXWEDANÊ   Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Rojîn Varhan jî diyar kir ku di demên dawî de polîtîkayên şerê taybet ciwanan daxilî nav tiryak û fuhûşê kiriye û bi vî awayî hewl dide ciwantiyeke apolîtîk baifirîne. Varhan, lê belê tevî hemû polîtîkayên şerê qirêj jî ciwan bereksê vê tevdigerin û polîtîk dibin. Varhan, bilêv kir ku dê bi vî ruhî kongreya xwe li dar bixin û got: "A rast em ê di kongreyê de li dijî fuhûşê, polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û tiryakê jî bibin bersiv. Ev ji bo me ne kongre, dê bibe nîşana pratîka berxwedanê. Xebatên me yên ji bo kongreyê bênavber didomin. Em di van xebatan de bi eleqeyeke mezin a jinên ciwan re rû bi rû dimînin. Em jinên ciwan a em ê berteka xwe ya li hember polîtîkayên şerê taybet ku di demên dawî de bi destê esker û polîsan wekî fuhûşê tê kirin, nîşan bidin. Em ê li dijî fuhûşê, bişavtinê û qirkirina jinan biqîrin."    CIWAN TÊN TECRÎDKIRIN   Varhan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Varhan, destnîşan kir ku qethiyen tecrîdê qebûl nakin û tecrîda li ser Ocalan niha li hemberî ciwanan jî bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Varhan got: "Em ji bo tecrîdê bişikînin û jiyana nû ava bikin kongreyê li dar dixin. Em bang hemû jinên ciwan û tevahiya ciwanan dikin ku li navendên ciwanan ên HDP'ê xwe birêxistin bikin."