Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin 2021-12-23 09:14:00 ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" nirxandin, gotin: "Îqtidara AKP'ê hemû kesên ne li gor xwe tecrîd dike. Divê xwedî li berxwedana li Îmraliyê bê derketin û têkoşîn bê bilindkirin."  Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didomin. Li Îzmîrê nûnerên partiyên siyasî tecrîda li ser Ocalan nirxandin û banga bidawîkirina tecrîdê ku welêt be rbi krîza aborî û siyasî ve biriye, dubare kirin.    DEWLET SÛC DIKE   HEvserokê SYKP'ê yê Îzmîrê Levent Gedîk, diyar kir ku demildest divê Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike û got: "Çend roj berê Hefteya Mafên Mirovan bû, lê di vê hefteyê de li girtîgehan mriinên biguman çêbûn. Ev mirin û tecrîdê li ser Ocalan girêdayî hev in. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û ne tên tedawîkirin ne jî berdan. Dewlet bertekên li dijî tecrîdê ji nedîtî ve tê. SÛc dike. Demildest divê tecrîd bi dawî bibe û Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike."    BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN   Hevberdevkê Partiya Kesk a Çep a Îzmîrê Huseyîn Çaglar jî tecrîdê wekî "sûcê li hemberî mirovahiyê" wesifand û got: "Îqtidara AKP'ê hemû kesên ne li gor xwe tecrîd dike. Li welêt binpêkirina mafên mirovan gihaştiyeke asteke pir bilinde. Em tecrîda li ser Ocalan berî her tiştî wekî meseleya mafênmirovan dihesîbînin. Dewlet sirf ji bo Ocalan pêwendiyê bi gel re daneyne, serî li her cure bêhiqûqîtiyê dide. LEwma em tecrîda li ser Ocalan wekî binpêkirina mafan û derbeyeke li hemberî gelê kurd dihesibînin. Berî her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan û girtiyan bi dawî bibe. Demildest."    Rêvebirê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çinar Altan jî destnîşan kir ku dewlet di şexsê Ocalan de dixwaze tevahiya kurdan tecrîd bike û got: "Armanca tecrîdê hem qutkirina pêwendiya gelê kurd û Ocalan e, hem jî tepisandin û bêrixîstinbûyînkirina bindestan e. Em dibînin ku dixwazin tecrîdê li tevahiya civakê belav bikin. Gava em dixwazin ji bo mafên xwe yên herî demokratîk û sereke bitêkoşin, em dibînin ku bendekê datînin navbera me û civakê. Em şoreşger dixwazin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û muzakereyên aştiyê yên ku Ocalan tim bilêv dike dest pê bikin."    BERXWEDANA ÎMRALIYÊ   Xwendevanê kovara Yenî Demokrat Gençlîk (YDG) Hasan Benlî jî dubare kir ku tecrîda li Îmrlaiyê veguheriye rewşeke sîstematîk û got: "Gava em li tecrîda li Îmraliyê mêze dikin, a rast em dibînin ku bê Tirkiye ji atmosfereke demokratîk çi qasî dûr ketiye. Tecrîda li ser Ocalan rasterast binpêkirina têkoşîna gelê kurd e. Dewlet dixwaze kurdên berxwedêr bikuje. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî kuştina arîbe Gezerê ye. Lewma em dibêjin ku tecrîda li ser Ocalan ne şexsî ye. Dixwazin tevî Ocalan gelê kurd bi tevahî tecrîd bikin. Li dijî vê tecrîdê xwedî derketina li berxwedana Îmraliyê û bilindkirina têkoşînê divê. Divê tevhiya şoreşgerên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê rabin."    MA / Hakan Yalçin