Girtî: Em ê li ber xwe bidin 2021-12-23 09:11:44   STENBOL - Girtiyan ragihand ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3 a Tîpa L'yê girtî bi îşkence û muameleyên xirab re rû bi rû dimînin û gotin dê berxwedana wan a li dijî çewisandinan bidome.    Li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an a Tîpa L'yê di 8'ê Ekîmê de cendirme û gardiyanan avêtibûn ser qawîşan. Piştî avêtina ser qawîşan nêzî 200 girtî sewqî girtîgehên jimare 2, 3, 4 û 7'an ên Tîpa L'yê hatine kirin. Di dema sewqê de girtî hatine derbkirin, kincên wan û pirtûkênw an jî hatien desteserkirin. Ji xeynî vê karta lîmlikê ya li ser "sûcdarê terorê" nivîsandî li wan hatiye ferzkirin. Girtiyên ku ev kart qenûl nekirine û îtiraz kirine, mafên wan ên hevdîtinê û pêwendîdanînê hatine astengkirin.    BI KABOKA PÊLAVÊ LI WAN XISTINE   Parêzer Raziye Ozturk ku hevdîtin bi muwekîlên xwe Azad Altintaş, Xemgîn Karakaş û Şevket Beyhan ên di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan de ne kir, ragiahand ku gava girtî diçin nexweşxane, revîr, hevdîtina ji bo parêzer û dadgehê pêlavên wan tên derxistin û got: "Gava girtî pêlavên xwe derdixin, bi kaboka pêlavên wan li nigên wan dixin. Her wiha pêl pêlavên wan jî dikin."    GEF LI WAN HATIN XWARIN   Ozturk, ragihand ku ferzkirina nasnameyê jî pêkanîneke pir kêfî ye û girtiyên ku vê yekê qebûl nakin derbarê wan de lêpirsîn tên çêkirin. Ozturk, diyar kir ku girtiyan gotiye ku ji niha ve zêdetirî klasorekê dosyeyên wan ên dîsîplînê hene. Ozturk, bilêv kir ku têkildarî van pirsgirêkan Azad Altintaş hevdîtin bi midûrê girtîgehê Kahraman Topaloglû re kiriye û di dema hevdîtinê de midûr gef li Altintaş xwarine û heqaret lê kirine.    LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN Û LÊXISTIN   Ozturk, anî ziman ku Altintaş jî li ber heqaretan û gefan rabûye û got: "Bi fermana midûr re sergardiyan Ertûgrûl Kaya û çend gardiyanên din êriş birine ser Azad, ew serdevkî dirêj kirine û lêxistine. Gava wî birine odeyê jî li korîdorê lêxistine."    Ozturk, da zanîn ku piştî vê êrişa li hemberî ALtintaş girtiyan li deriyan xistiye û ev yek protesto kirine û di dema vê protestokirinê de nêzî 100 gardiyan çûne korîdorê û got: "Girtî dirûşme berz kirine, gava gardiyanan dîtine gritî cidî ne sekinîne."    GILÎ KIR   Ozturk, anî ziman ku Altintaş roja duşemê li Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê gilî kiriye û got: "Piştî vê gilîkirinê Azad birin revîrê. Rapor danê." Ozturk, diyar kir ku nameyên Aktintaş ên têkildarî rewşa xwe ji rojnamevan û parlementeran re şandine jî hatine desteserkirin.    ÎŞKENCE   Ozturk, destnîşan kir ku gelek girtî di dema sewqkirinê de hatine îşkencekirin û her wiha girtiyên siyasî xistine qawîşên li korîdora ku qawîşên girtiyên edlî, "FETO û DAIŞ"iyan hene.    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Ozturk, destnîşan kir ku armanca van êrişan radestkirina girtiyan e û got: "Pêvajoyek bi vî rengî heye. Em bi dengbilindkirinê dikarin pêşî li ber vê bigirin. Divê ev mesele bên teşhîrkirin û di warê hiqûqî de çi hewce be bê kirin." Ozturk, anî ziman ku girtiyan jî gotiye "Çi dibe bila bibe dê heya dawiyê li ber xwe bidin" û bang li raya giştî jî kirine.    MA / Mehmet Aslan