Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan 2021-12-22 16:59:21   ÎZMÎR - Li Îzmîrê ji 13 kesên hatibûn binçavkirin 7 kes hatin berdan.    Serê sibehê operasyona ku navenda wê Îzmîr bû li gelek bajaran polîsan bi ser malan de girt û 13 kes binçavkirin. Ji van 13 kesan 7 kes hatin berda.  Emdamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê Emîn Orhan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Erturk Yilmaz, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst (SGDF) Meryem Yildirim, Gul Ozdogan, Nazli Yoyler, Dîdar Gul, Mehmet Kasar, Hasan Benlî, Zîlan Tayboga, Yudum Sude Kiliç, Mustafa Nacî Toper, Îrem Çelîkbaş û Ferhat Harûn Pehlîvan hatin binçavkirin.   Çelîkbaş û Toper ji Stenbolê hatin binçavkirin û birin Îzmîrê.     Ji binçavkiriyan Erturk Yilmaz, Gul Gokboga, Ferhat Harûn Pehlîvan, Hasan Benlî, Zîlan Tayboga, Mehmet Kasar, Yudum Sude Kiliç piştî îfade dan polîsan hatin berdan.    Kesên din hêj di binçavan de tên ragirtin.