Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin 2021-12-22 16:22:15   RIHA - Rêxistina HDP’a Rihayê di xebatên li navçeyan meşand de ji bo mîtînga bi dirûşmeya “Niha Dema Edaletê ye” li Pirsûsê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, ji bo mîtînga bi dirûşmeya “Niha Dema Edaletê ye” ku dê di 25’ê Kanûnê de li navçeya Pirsûsê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Parlementerên HDP’ê û hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin li gelek navçeyan gel vexwend mîtîngê. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û endamên partiyê, li navçeya Sêwregê serdana esnafan kirin. Sarisaç, esnaf vexwend mîtîngê û wiha got: “Li zindanan 6-7 hevalên me hatin qetilkirin. Ji bo ku ev zilma li ser gelê kurd û êriş bi dawî bibin em dixwazin hûn jî di nava me de bin.”   Parlementera Rihayê Ayşe Surucu û Hevşaredarê Peyasa Amedê Davût Keser û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu yên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin li navçeya Halîliye ya navendî serdana esnafan kir. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî HDP’iyên ku belavok belavkirin dan. Welatiyan ji parlementerên HDP’ê re gotin ‘Em bi we re ne’ û ji bo bêedaletî bi dawî bibe xwestin hilbijartina pêşwext çêbibe. Dîsa di dema serdanan de gelek esfnafan xwe nerazîbûna xwe ya ji ber qeyrana aboriyê anîn ziman û bi lêv kirin ku wê di mîtîngê de cih bigirin.    Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn û Hevşaredara Hezroyê Gulistan Ektî ya qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî li navçeya Hewagê serdana esnafan kirin. Esnafan ji qeyrana aboriyê gazin kirin û ragihandin ku bêhiqûqî bilind bûye. Esnafekî din jî Ferhenga Almanî ya li dikana wî nîşanî parlementera HDP’ê da û wiha got: “Ji bo ku ez biçim Almanyayê ez hewl didim hînî zimanê Alman bibim. Li vir kar gelek nebaş in.”   Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî li Hîlwanê welatî vexwendin mîtîngê.    Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca jî serdana esnaf, sazî û dezgehên li navçeya Pirsûsê kirin û vexwendin mîtînga ku roja şemiyê pêk were. Pirsûsiyan bi lêv kir ku ji bo ku bêjin “Edalet” wê roja şemiyê li qada mîtîngê bin.