Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir 2021-12-22 15:21:54   MÊRDÎN - Osman Çur ê ji sûcê destdirêjiya li hember biraziya xwe ya 17 salî tê darizandin, ji aliyê dadgehê ve hat beraetkirin.    Z.Ç. ya 17 salî di tîrmeha 2020’an de ji Swîsreyê bo serdana xizmên xwe hat navçeya Qosera Mêrdînê. Osman Çur dest dirêjî biraziya xwe kir. Derbarê Osman Çur de ji sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” doz hat vekirin. Danişîna çaremîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Çur ê negirtî tê darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê bersûc jî beşdarî danişînê nebû û parêzerên Z.Ç. di danişînê de amade bûn.   Dozger mutalaya xwe danişînek beriya viya ku eşkere kiribû dubare kir û xwest bersûc ji sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” bi cezayê muebetê were cezakirin.    DADGEHÊ BERSÛC BERAET KIR    Parêzerên Z.Ç. jî xwestin bersûc were cezakirin. Dadgehê piştî navberek kin bi îdiaya “sûc ne sabît e” û “têrnekirina delîlan” derbarê bersûc Çur de biryara beraetê da.    LI GEL DELÎLAN JÎ BERAET KIRIN    Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê Dîlan Koç ji ajansa me re derbarê dozê de axivî û destnîşan kir ku li gel delîl hebûn jî dadgehê biryara beraetê da û ew biryara dadger bi xemgînî û hersek mezin pêşwazî dikin. Koç da zanîn ku ev biryar derbarê gelek dozên wiha de tê dayîn û tu zarokek ne di ewlehiyê de ye.