Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-12-22 15:04:00   RIHA - Rêveberên TMMOB’ê yên Amedê û Rihayê serdana Malbata Şenyaşar kirin.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 289’an de berdewam dike. Endamên Desteya Koordînasyona Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ên Bajarê Amed û Rihayê serdanê kirin û piştgirî dan malbatê.    Sekreterê Koordînasyona TMMOB’a Amedê Dogan Hatûn di serdanê de axivî û bi bîr xist ku Nobeda Edaletê 289 roj li pey xwe hişt û got: “Ev cara duyemîn e em tên serdana malbatê. Heta edalet bicih were em ê her werin vir. Ji dozger û waliyê Rihayê bigire heta qesrê bêdengiyek heye. Divê ku rayedar demildest edaletê bicih bînin. Komkujî li ber çavên xebatkarên cemaweriyê pêk hat. Bila her kes dizanibe têkoşîna edaletê ya malbatê ji bo her kesên ku edaletê li ser vê axê daxwaz dikin, terazî ye. Veşartin ser bûyerê û kujeran ne wezîfeya rayadaran e. Bêedaletî di heman demê de dibe sedema krîza aborî. Em carek din berxwedana malbatê silav dikin û soz didin ku li cem wan in.”    JI BO HER KESÎ EDALET    Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku seranserî vê têkoşîna wan edaletê ew bi astengiyan re rûbirû man û ew ji bo her kesî edaletê dixwazin.    NASNAMEYA XWE NÎŞANÎ POLÎSAN NEDAN    Kêliya ku şandeya TMMOB’ê ji cihê nobedê veqetiya polîsan xwest nasnameya wan kontrol bike. Endamên şandeyê bertek nîşanî polîsan dan û nasnameya xwe nîşanî wan nedan. Polîsan gefa binçavkirinê li şandeyê xwar. Lê şandeyê diyar kir ku serdana malbatê nayê wateya ku kes biguman be. Pişt re şande çûn serdana Rêveberiya Baroya Rihayê.