Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’ 2021-12-22 14:07:14   STENBOL - Biryara neşopandinê dan lêpirsîna derbarê 4 kesan de ji ber gotinên “Kurdistan û Birêz Ocalan” hatibû vekirin.   Di dema Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê di 26’ê Nîsanê de li pêş avahiya xwe daxuyanî dabû de Hevserokên HDP’a Stenbolê yên berê Elîf Bûlût û Erdal Avci, nûçegihanê ajansa me Muhammet Enes Sezgîn û kameramanê Arti TV’yê Bîlal Meyvecî hatibûn binçavkirin.    Derbarê 4 kesên ku heman rojê de hatibûn berdan bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê muxalefet kirin” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de peyvên “Kurdistan û Birêz Ocalan” ên di nav axaftina Avci de derbas dibûn bibûn mijara sûc. Li aliyê din hat îdiakirin ku di daxuyaniyê de “çekên” weke dar û kevir, remz, dowiz, afiş, pankart û materyalên li dijî qanûnê hatine bikaranîn.    DOZGER POLÎS DEREWAND    Dozgeriyê diyar kir ku dar û kevir, remz, dowiz, afiş, pankart, materyal û her wekî din nehatine bikaranîn, meş nehatiye li dar xistin û dirûşmên ku bibin sûc nehatine berzkirin. Li aliyê din dozgeriyê bi lêv kir ku vîdeoyeke çavderiyê ku piştrastkirina îdiayên polîsan ên “tevî ku me HDP’î hişyar kirin jî belav nebûn” nîne.    NE SÛC E   Dozgeriyê dazanîn ku îfadeyên “Kurdistan û Birêz Ocalan” ên Avci anîne ziman ne propagandaya rêxistinê ne û ne sûc in. Dozgeriyê ji ber vê yekê têkildarî lêpirsîna derbarê rojnamevan Sezgîn û Meyvecî û Avci û Bûlût de hatiye vekirin, biryara neşopandinê da.    MA / Mehmet Aslan