Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin 2021-12-22 11:05:31   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne got: “Em ê li vir riyek nû vekin, ji xeynî vê riyek din nîne.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a di 9’ê Adarê de da destpêkirin, di roja 289’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîn û Ferît Şenyaşar vê sibehê tevî hewa sar jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe ya nobedê kirin.    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) Erînç Sagkan û Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu etîket kir û vê peyamê belav kir: “Li ber Edliyeya Rihayê zilmek ku dinya dişopîne heye. Em ê li vir riyek din vekin. Ji xeynî vê riyek din nîne. Yên ku ji bo vê yekê ji înîsiyatîfê direvin, ji siberojê berpirsiyar in.”