Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e 2021-12-22 09:11:43 MÊRDÎN - Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, destnîşan kir ku ATK şirîkê mirina girtiyan e.  Li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber tecrîd û îzolasyona ku her diçe gurantir dibe, binpêkirinên mafan û mirin zêde dibe. Ji 12'ê Mijdarê heya niha li girtîgehan 6 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Ji girtiyên jiyana xwe ji dest dan BangînMûhammed, Abdulrezak Sûyûr û Halîl Guneş di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bûn. Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û Îlyas Demîr jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    ‘HATIYE ASTEKE HEW TÊ DEYAXKIRIN'   Serokê BAroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mirina girtiyan nirxand, anî ziman ku di demên dawî de girtîgeh hatine asteke ku hew tên deyaxkirin. Elîk, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan pir zêde bûne û li girtîgehan mafên qanûnî yên girtiyan tên binpêkirin. Elîk got: "Gelek operasyon hatin kirin. Mirov jiyana xwe ji dest dan." Elîk ji bo vê jî  "Operasyona Vegera Jiyanê" ya wekî Komkujiya Girtîgehê ya 19'ê Kanûnê tê zanîn bibîr xist.    ‘WEZARET NABÎNE, DARAZ XWE BÊDENG DIKE'   Elîk, rapora ku baroya wan demek berê daxuyandibû bibîr xist û got: "Mixabin Wezareta Dadê vê meseleyê nabîne. Daraz jî xwe li bêdengiyê datîne."   Elîk, destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û di qanûnan de jî ji bo van girtiyan hikma taloqkirina înfazan heye. Elîk, bilêv kir ku lê belê ji bo siyasetmedarên muxalif û kesên ji ber fikirên xwe girtî ne qanûn nayên pêkanîn û ji bo vê bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûkê.    ‘ATK ŞIRÎKÊ MIRINÊ YE'   Elîk, destnîşan kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) berkesê raporên saziyên tibê yên serbixw eraporan çêdike û bi van raporan pêşî li ber berdana girtiyan digire. Elîk got: "ATK, ji dêvla ku peywira xwe bîne cî, dibe sebeba mirina van mirovan. Raporên ATK'ê sebebên jiyana mirovan. Hincetên ATK'ê qîm nakin. Jixwe me ji raporên saziyên tibê yên serbixwe jî dizanin ku hincetên wê qîm nakin. Beriya her tiştî divê bijîkên pispor ên ATK'ê ji bo sonda Hîpokratê dilsoz bin. Mexdûr kî dibe bila bibe, sûcê wan çi dibe bila bibe, bi kîjan îdiayê girtî bin bila girtîb in, divê ATK li gor qanûnê tevbigere. Lê ji ber ku biryar bi saîqên siyasî hatine girtin, mixabin ev sazî peywirên xwe paşguh dikin. Heta dibin şirîkê mirinê."    BANG LI RÊVEBIRIYA NÛ YA TBB'Ê KIR   Elîk, bilêv kir ku Yekîtiya BAroyên Tirk (TTB) heya niha ew hesasiyeta ji bo girtîgehan nedaye der û got: "Em hêvîdar in rêvebiriya nû ya TTB'ê di vî warî de hesas tevbigere."    Elîk, destnîşan kir ku berpirsê sereke yê jiyana girtiyan Wezareta Dadê ye û ji bo girtiyên nexweş li derî girtîgahn bên demrankirin divê wezaret tevbigere.    ‘HEYFSTENDIN E'   Elîk, destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş "rewşeke lezgîn" e û divê rêxistinên mafên mirovan, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî rojek berî rojekê mudaxileyî vê yekê bikin. Elîk bal kişand ser mirina Garîbe Gezerê jî û gpt: "Ger girtî an jî hikumxwarek nikaribe di şert û mercên girtîgehê de bi awayekî ewle jiyana xwe bidomînin, nexwe ev ji cezakirinê wêdetir heyfstendin e. Dewlet nikare tiştekî wiha bike. Kirina tiştekî bi vî rengî sûc e."    MA / Ahmet Kanbal