Tepelî ya ku di Girtîgeha Kandirayê de: Min bi çavê xwe dît ku Garîbeyê kuştin 2021-12-21 21:57:04   STENBOL- Denîz Tepelî ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye, ragihand ku wê bi çavê xwe dîtiye ku Garîbe Gezer hatiye kuştin.    Denîz Tepelî ku di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye, bi rêya parêzer Jiyan Tosûnê têkildarî mirina Garîbe Gezer di hcureya lê mabû de jiyana xwe ji dest dabû hin agahî ragihandin.    Tepelî, di nameya xwe de aniye ziman ku Gezer hatiye kuştin û ser bûyerê tê girtin.    Tepelî di nameya xwe de ev tişt gotine: "Ez şahidê kuştina Garîbeyê me. Wê kêliyê ez li hewadariyê bûm. Min dît û bihîst. Lê belê nameya ku min duh (16-12-2021) ji we re şand, gotin 'Tu nikarî bi zerfa girtî bişînî. Ya bi awayekî vekirî bişîne an jî bide parêzera xwe' û cardin dan min. Ev sûc e. Mafê me heye em bi zerfa girtî nameyê ji parêzeran re bişînin. Lê ser vê cinayetê tê nixumandin. Şahdiiya min jî krîtîk e. Tenê min dît. Dixwazin pêşî li ber vê bigirin. Ez vê nameya ku hat astengkirin îro cardin (17-12-2021) didim postê. Min têkiildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê gilî kir. Bila haya we jê hebe. Her wiha roja sêşemê (14-12-2021) dozgerê Kandirayê O.H. Cengîz, ji bo dosyeya cinayet-xwekuştinê gazî Resmiyeyê kir ji bo îfadeyê, lê ez daxil nekirime. Halbûkî ez şahid im. Di 15-12-2021'ê de dozgerekî din gazî kir, ji bo dosyeya tcawiz û îşkemceyê. Min got, piştî ez bi parêzêra xwe re bişêwirim ez ê îfadeyê bidim. Teqez hevdîtinê bi min re bikin. Ser bûyerê digirin. Em ê heya dawiyê şopdarê wê bin."