Dadgehê di biryara xwe de israr kir: Li Altûnê 10 sal ceza hat birîn 2021-12-21 16:47:58   DERSIM - Li Hevşaredara berê ya Dersimê Nûrhayat Altûn ku piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya li ser betalkirinê ji nû ve hat darizandin, 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Li Hevşaredara Dersimê ya ji Partiya Aştî û Demokrasiyê hatibû hilbijartin û di sala 2019’an de ji peywîrê hatibû girtin Nûrhayat Altûn cezayê hefsê hatibû birîn. Li ser Dadgeha Adliyeya Herêmê ya Erziromê cezayê li Altûn hatibû birîn xera kir, doz ji nû ve hat dîtin.    Di doza ku ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve bi hinceta ku îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve li ser hevditinên siyasetmedarên jin ên kurd ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê hatibû amadekirin bi dosyayê re nekirin yek, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin.  Altûn bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Kandirayê jîtevlî danişîna ku ji 3 dosyayan pêk dihat bû, parêzerên wê Reyhan Yalçindag, Mesût Beştaş û Bariş Yildirim jî li danişînê amade bûn.    Altûn a li dijî mutalaya dozgeriyê parastina xwe kir, diyar kir ku ev doz doza tolhildanê ye. Altûn, biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mafên Mirovan bi bîr xist, destnîşan kir ku 5 sal in ji ber hikmê hatiye misogerkirin girtiye û daxwaza berdana xwe kir.    Parêzerên Altûn jî diyar kirin ku girtina muwekîla wan a 5 salan vegeriyaye cezakirinê û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.    HEMAN CEZA LÊ HAT BIRÎN   Dadgehê, bi israra biryara xwe ya berê, ji sînorê jêrîn dûr ket û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê li Altûn birî.