Deriyê mizgeftê li cenazeyê Erkmen hat girtin! 2021-12-21 13:01:43   QERS - Vedat Erkmen li Girtîgeha Tekîrdagê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Destûr nehat dayîn ku cenazeyê Erkmen rakin mizgeftê, selat werin xwendin û konê şînê were dayîn.    Vedat Çem Erkmen pêr li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’yan a Tîpa F’yê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê wî di dorpêça polîsan de anîn bajaroka Pazarcixa Dîgora Qersê. Cenaze li vir jî di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.    DERIYÊ MIZGEFTÊ LI CENAZE GIRTIN!    Destûr nehat dayîn ku cenazeyê Erkmen bibin mizgeftê. Meleyê mizgeftê nivîsa fermana Miftîtiya Bajêr wek hêcet nîşan da û nehişt cenaze bibin hundirê mizgeftê û selat nexwendin. Her wiha ji bo cenazeyê Erkmen konê şînê jî nehat dayîn. Li ser vê yekê malbatê di depoyek xwe biçûk de şîn danî. Serdanên ji bo şînê berdewam dikin.    Kekê Erkmen, Sayim Erkmen ê ji duh ve bi sepanên dijmirovane li ser cenaze re rûbirû maye, tiştên qewimîne vegot.    ‘EM BAWER NAKIN KU ÎNTÎHAR KIRIYE’    Erkmen da zanîn ku piştî îdareya girtîgehê lê geriyaye û jê re gotiye birayê wî “întîhar” kiriye ji Stenbolê çûne Tekîrdagê û di hevdîtinên wî pêk anîne de rayedaran agahiyên bi nakokî dane. Erkmen bi bîr xist ku bêmalat û bêparêzeran karûbarên otopsiyê kirine û got: “Vê yekê kir ku gumanên me bêtir zêde bibin. Dibêjin ku bi ben întîhar kiriye. Di hucreya yek kesî de ne pêkan e ku ben were dîtin. Em bawer nakin ku birayê min xwe întîhar kiriye.”    MERASÎMA CENAZE HAT ASTENGKIRIN    Erkmen diyar kir ku polîsan cenazeyê birayê wî li Stenbolê ji wan revandiye û heta Qersê wan cenaze di teqîba polîsan de anîne. Erkmen destnîşan kir ku polîsan xwestiye merasîm ango veşartina cenaze asteng bikin û wiha got: “Hevalê Vedat viya heq nedikir. Ji ber beşdariya merasîma cenaze kêm bû, em xemgîn bûn.”    ‘DI TU BAWERIYAN DE NÎNE’    Erkmen anî ziman ku nimêja cenaze cenaze hatiye astengkirin, destûr nedane ku cenaze bikeve mizgeftê û wiha got: “Di olê de tiştek wiha nîne. Dema însanek jiyana xwe ji dest da li nasname û raboriya wî nayê pirsîn. Di tu baweriyan de tiştek wiha nîne. Ev kesên hanê tenê ji bo xwe bi misilman in. Êdî meriv nizane wê bêje çi…”    MA / Mehmet Şah Orûç