Rojnamegerê Girtî: 400 kes bi heman makîneyê tiraş dibin 2021-12-21 11:47:00   STENBOL - Rojnamegerê girtî Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Edenê girtî ye, diyar kir ku 400 girtî bi heman makîneyê tiraş dibin û daxwaz kir ku ji bo bersivandina daxwazên wan ên hiqûqî û mirovî heyet biçin Girtîgeha Edenê.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku di 6'ê mijdara 2020'an de ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatibû girtin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edenê girtî ye, bi nameyekê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot. Karakaş, di nameya xwe de ragihand ku li girtîgehê gelek pêkanînên bi kêfî hene û tecrîda di nav tecrîdê de afirandine. Karakaş, da zanîn ku mafê wan têdawiyê tê astengkirin û ewlehiya canê wan tuneye û got ku li qantinê xurek gelek biha tên firotin.    Di berdewamê de Karakş bal kişand ser pirsgirêka paqijiyê ya li girtîgehê got ku di her warî de paqijî tune ye û 400 girtiyî neçar dikin bi heman makîneyê traş bibin. Di dawiya nameya xwe de Karakaş, xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku ragihandiye û bersivandina daxwazên wan ên hiqûqî û mirovî heyetên Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê, parastvanên mafê mirovan û partiyên siyasî biçin girtîgeha wan û lêkolînan bikin.