Seferî Yilmaz: Biryara beraetê bernîşana neyartiyê ye 2021-12-21 10:32:16   WAN - Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûdê ya hatibû bombekirin Seferî Yilmaz biryara beraetkirina bersûcan nirxand û diyar kir ku biryara beraetê nehiqûqî ye û ev biryara hat dayîn neyartina li hemberî gelê kurd nîşan dide.    Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrdê di mijdara sala 2005’an li dijî Pirtûkxaneya Ûmûdê êrişa bombeyî pêk hatibû û kesek hatibû kuştin. Binefser ango leşker Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş li ser sûc wek êrişkarên bûyerê hatibûn girtin. Derbarê her sê bersûcan de ji sûcên “kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “hewldana kuştina mirovan” doz hatibû vekirin. Doz li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi encam bû. Ewilî li her yek van bersûcan 39 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hepsê hatibû birîn. Cezayê li van bersûcan hatibû birîn, ji aliyê dadgeha bilind ve hat xerakirin û ji nû ve darizandin pêk hat. Tevî delîlan jî piştî 16 salan bersûc hatin beraetkirin.    Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûdê Seferî Yilmaz biryara beraetê ya duh derbarê bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş de hat dayîn nirxand.    ‘BI FERMANÊ BIRYAR DAN'    Yilmaz diyar kir ku darizandina pêvajoya Doza Şemzînanê 16 salan berdewam kir û got: “Weke mexdûrê vê dozê, her çendî ez timî di dozan de hatime darizandin jî, ev cara yekem e ku ez darizandineke wiha dibînim. Hem parêznameyên pêvajoyê û hem jî yên bingehîn nehatin kirin û mafê axaftinê jî nedan parêzeran. Dadgeha ku dê vê biryarê bide, diviyabû ku hin rêgezên qanûnî bi cih bianiya, lê pêk nehat. Ji ber ku bi zelalî dihat dîtin ku ev darizandin darizandineke bi fermanê hatiye kirin. Heyeta dadgehê bi talîmatê xebitî û bi talîmatê biryar da."   ‘ZORA WAN DIÇE KU ÇIMA EZ NEMIRIM E'    Yilmaz da zanîn ku di dozên weke hemû cînayetên kiryar nediyar, dozên JÎTEM’ê û qetilkirina rojnamegerên li herêmê de polîs an jî leşker tên parastin û wiha got: “Li ser navê dewletê van kesan diparêzin. Ji ber ku parêzerên bersûcan gotin ku dê doza JÎTEM'ê beraet bike, ji heyetê re peyamek bû. Vê dozê nîşanî me da ku daraz û dewlet di bin kontrola hev de dixebitin. Lihevkirina hikûmeta AKP'ê ya bi Ergenekonê re di doza Şemzînanê de bû sedema biryareke wiha. Her çiqas me dizanîbû ku kiryarê Susurlukê û bûyerên din kî ne, lê hat nixumandin. Lê dosyaya Şemzînanê ne wek wan dozan e, ji ber ku ev kes hatine girtin. Me gelek delîlên wek belgeyên di wesayitê de hatin dîtin, xêzkirin, raporkirina navên kesên ku bên kuştin, xêzên cihê karê min û heta xêzkirina wêneyê min bi dest xistin. Tevî van hemû delîlan û hemû kiryarên dadgehên berê jî beraat kirin. Îro jî protokola danişînê nehat amadekirin. Dîsa nêrîn ango mutalaya dozger mina ku min bidarizîne ji min re hat. Di mutalayê de me dît ku heyfa wan hatiye ku ‘çima Seferî Yilmaz nehatiye kuştin’ nîşanî me da.”    'DILÊ XELKÊ WAN MEHKÛM KIRIYE'    Yilmaz da zanîn ku ev êrişkar di dilê raya giştî û gelê Şemzînanê de mehkûm bûne û got: “Çimkî her kesî şahidiya vê bûyerê kir. Bi vê biryarê re îrade û beyanên gelê Şemzînanê hat redkirin. Em ê li dijî vê biryarê îtîrazên xwe bikin, çimkî em dixwazin ev yek di nava dîrokê de cih bigire. Ev biryarek nehiqûqî ye. Ev biryara bêhiqûqî baş dide nîşandan ku dijminatiya gelê kurd tê kirin. Biryar nîşaneya neyartiyê ye. Em vê dozê wek têkoşînekê û doza gelê kurd dibînin. Tevî hemû gef û astengiyan jî ji bo ev kes werin darizandin çi ji destê me were em ê bikin.”    'ÎQTIDARÊ BIRYAR DA'    Seferî Yilmaz anî ziman ku ev biryar ne biryarek ku ev heyet bide ye û got: “Ev biryarek mekanîzmaya ku heta Wezareta Dadê diçe ye. Vê biryarê teqez îqtidara heyî da.”