Cenazeyê Vedat Erkmen di bin dorpêçê de hat veşartin 2021-12-21 10:06:50 QERS - Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê bi awayekî biguman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, di bin dorpêçê de hat veşartin. Tenê destûr dan ku malbat tevlî merasîma cenaze bibe.  Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê bi awayekî biguman li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da, bi şertê tevlîbûna ferden malbatê tenê li bajaroka Bazarcixa navçeya Dîgor a Qersê hat veşartin. Cenazeyê ku di bin dorpêça polîsan de ji Stenbolê anîn Qersê di saetên serê sibê de anîn bajaroka Dagpinarê. Hemû ketin û derketinên bajarokî ji aliyê esker û polîsan ve hat dorpêçkirin. Piştî ku vecîbeyên olî pêk hatin cenaze di bin dorpêça polîsan de birin goristana bajarokî. Polîs û eskeran tenê destûr dan ku malbat tevlî merasîma cenaze bibe. Piştî veşartina cenaze jî hêj esker û polîs li bajarok disekinin.