Serdana Nobeda Edaletê kirin: Dê ev agir me hemûyan bişewitîne 2021-12-21 09:19:41   AMED - Welatiyên ku serdana Nobeda Edaletê kirin ji bo berdana girtiyên nexweş bang li raya giştî kirin û gotin: "Yan na dê ev agir me hemûyan bişewitîne."    Li girtîgehan binpikêrinên mafan ên gelekî meizn rû didin. Ji ber tecrîdê, lêgerîna tazî ya li girtiyan tê tedawîkirin, astengkirin tedawîkirinê gelek pirsgirêk rû didin. Di hefteyekê de li girtîgehan 5 jê giran 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Hemû serlêdanên ji bo tedawîkirin û berdana girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî tên redkirin.    Li Amedê çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 36'an de didome. Welatiyên ku serdana Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê kirin, xwestin piştevanî zêdetir bibe û her kes ji bo girityan dengê xwe bilind bike.    ‘DIVÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'   Guler, diyar kir ku li welêt ji ber zext û zoriyan mirov hatine asteke wisa ku nikarin dengê xw ejî bilind bikin û bal kişand ser çalakiyên ji bo girtiyên nexweş tên kirin. Guler got: "Ez piştgiriya çalakiya dayikan dikim. Divê çalakiyên bi vî rengî zêde bibin. Heya encam bê wergirtin û girtiyên nexweş bên berdan divê ev çalakî bidomin."    BANGAWAZÎ   Guler, diyar kir ku ji bo ji girtîgehan hîn bêtir cenaze dernekevin ev çalakî ji bo wan bûye hêvî û got: "Ev çalakî wê hêviyê li mirov peyda dike ku cenaze ji girtîgehan dernekevin. Ji bo vê jî divê em bibin yek deng û mil bidin milê hev du."    Vahdettîn Kiliç jî ku serdana malbatan kir diyar kir ku Nobeda Edaletê çalakiyeke pr watedar û demokratîk e. Kiliç, diyar kir ku divê ev çalakî bala raya giştî bikişîne û got: "Êş divê tenê kesê wê dikişîne neşewitîne. Dibe ku ev agir rojekê me hemûyan bişewitîne. Pêdiviya me hemûyan bi edaletê heye. Lewma divê her kes dengê xwe bilind bike."    Kiliç, anî ziman ku divê hîn bêtir mirov serdana çalakiyê bikin û got: "Ez dayikên me, xizmên me yên girtiyan pîroz dikim ji ber vê çalakiya birûmet. Divê em bi piştevaniyê tevbigerin û têkoşînê mezintir bikin. Teqez dê ev tevgera wan bi ser bikeve. Ez wisa bawer dikim ku dê gelê Amedê jî piştgiriya çalakiyê bike. Divê gel vî dengî ragihînin rayedaran."