Ji Hevserokên HDP'ê yên Egeyê banga 'tecrîdê rakin' 2021-12-21 09:09:06 ÎZMÎR - Hevserokên HDP'ê yên Herêma Egeyê, diyar kirin ku sedema krîza siyasî û aborî ji ber tecrîda li ser Ocalan e û ji bû bidawîkirina tecrîdê bang li gelan kirin ku dengê xwe bilind bikin.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bênavber didome. Herî dawî birayê wî Mehmet Ocalan di Adara 2021'ê e bi telefonê re pê re axivî û ji wê çaxê heya niha tu xeber jê nayên girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî her tim bê bersiv tên hiştin. Bertekên li dijî vê tecrîda girankirî didomin û ji bo bidawîkirina wê li Tirkiyeyê û qadên navneteweyî gelek kampanya tên birêvebirin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Herêma Egeyê ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin ku gel dengê xwe bilind bike.    ÎZMÎR: CIVAK TÊ ECIQANDIN   Hevseroka HDP'a Îzmîrê Besriye Tekgur, anî ziman ku tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya girtîgehan belav bûye û ji wir jî li tevahiya covakê belav bûye. Tekgur, diyar kir ku ji ber tecrîdê xebera mirinê ji girtîgehan tê û got: "Dadger û dozger newêrin qanûnên di Qanûna Bingehîn de jî pêk bînin. Îqtidara AKP'ê 19 salên xwe bi tecrîdê bi rê ve biriye. Civak ketiye bin kontrola yek zilamî û bi tecrîdê tê eciqandin."    ‘DÊ BAYÊ AŞTIYÊ CARDIN BÊ'   Tekgur, destnîşan kir ku rakirina tecrîda Îmraliyê tenê ne ji bo kurdan, dê ji bo tevahiya gelan bibe sedema tiştên baş û vê yekê di pêvajoya çareseriyê de dîtine. Tekgur, bilêv kir ku ger tecrîd bê rakirin dê cardin li Tirkiyeyê bayê aştiyê bê û got: "Em baş dizanin heya tecrîd hebe dê şer û rageşî hebe û dê rojên hîn tarî li benda me bin. Lewma divê gelên Tirkiyeyê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî dengê xwe bilind bikin li hemberî tecrîdê."    AYDIN: MIFTE LI ÎMRALIYÊ YE   Hevseroka HDP'a Aydinê Elvan Ozîş jî bibîr xist ku berê gelek kesan gotine "Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" û ji bo vê îmze hatine berhevkirin. Ozîş, destnîşan kir ku sedema xitimandinên siyasî yên vê dawiyê tecrîd e û got: "Ger tecrîd tune bûna, dê Birêz Ocalan bi fikirên xwe pêşî li ber van xitimandinan vekirina. Lê mixabin hikûmeta heyî siyaseta şer pêk tîne. Bi tu awayî ne ehlê aştiyê ye. Mifteya vê jî li Îmraliyê ye. Ji ber vê tecrîdê pêk tîne. AbdullahOcalan vîna gelê kurd, rêberê gelê kurd e. Piştî wextekê dê gel vê tecrîdê qebûl neke û bipeqe. Ger wisa biçe dê di nêz de peqînek mezin rû bide."    Ozîş, bilêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên pêkanîn di tu qanûnan de tune ne û got: "Bi tu awayî nayê qebûlkirin. 'Ez ê bikim', qanûna dîktatoriyê ye. Di vî warî bar dikeve ser milê partiyên siyasî û gel. Ji lew re li hember me pergaleke despotîk heye ku ku welêt ne di xema wê de ye. Lewma divê gel xwedî li rêberê xwe derkevin."    MÛGLA: TECRÎD LI HER DERÊ YE   Hevseroka HDP'a Mûglayê Fûkya Erdogan jî tecrîd di serî de li ser gelê kurd û bi giştî jî ki ser tevahiya bindestan tê pêkanîn û got: "Em tecrîdê di çalakiyên xwe, daxuyaniyên xwe de û ki dadgehan dibînin. Em baş dizanin ev hemû ji ber nehesibandina gelê kurd pêk tn. Ji bo vê jî têkoşîn diovê."   Erdogan, destnîşan kir ku Ocalan dê bi têkoşîna li dijî tecrîdê azad bibe.    MANÎSA: PIRSGIRÊKA SEREKE TECRÎDÊ DE    Hevserokê HDP'a Manîsayê Kerem Taylan jî destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî ya Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye. Taylan, anî ziman ku ev neçareserkirin jî ji ber tecrîda li Îmraliyê ye û got: "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû, 'Ger firsendê bidin me, em ê vê meseleyê di hefteyekê de çareser bikin.' Birêz Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û çareserkirina meseleyên li Tirkiyeyê û çar perçeyan hin tez danîne holê. Îro baş tê zanîn ku li Rojavayê gel bê çawa bi jiyana hevpar bêhnê distînin. Hikûmet ji ber ku dizane dê nikare seltenata xwe bidomîne tecrîdê didomîne."    Taylan, detsnîşan kir ku heya tecrîd ranebe dê krîza aborî çareser nebe û got: "Kesên vê yekê dibînin divê li gor wê gavina bavêjin.    BANGAWAZÎ   Taylan, diyar kir ku hemû gel bandorê ji tecrîdê digirin û got: "Gel divê bi hev re ji bo Tirkiyeyeke demokratîk bitêkoşin. Ger gel dengê xwe bilind nekin dê feraseta AKP-MHP'ê vê polîtîkaya xwe bidomînin. Demildest divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û şert û mercên lig irtiyan tên ferzkirin ji holê bên rakirin."    MA/ Tolga Guney