DÎSK Basin Îş: Em dengê xwe bilind bikin 2021-12-20 20:40:23   STENBOL – DÎSK BAsin-Îş ku tahdeya rojnamevan Muharrem Sarikaya ya li nûçegihanê ÎHA'yê Ahmet Demîr kiribû şermezar kir got: "Ji niha û pê ve bila kes bêdeng nemîne. Em bi awayekî rêxistinkirî deng derxînin."    DÎSK Basin Îş'ê li Stenbolê li ber vahiya Haber Turkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tahdeya ku rojnamevan Mûharrem Sarikaya li nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Îhalasê (ÎHA) Ahmet Demîr kir şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em li ber şelmaqa li kedkarê çapemeniyê hatiye xistin bêdeng namînin" nivîsandî hat hilgirtin û dirûşmeyên wekî "Ahmed Demîr ne bi tenê ye" û "Çapemeniya azad bêdeng namîne" hatin berzkirin.    Serokê DÎSK Basin Îş'ê Farûk Eren daxuyanî xwend. Eren, anî ziman ku ev bûyer bûye cihê bertekên mezin û tahdeya li Demîr hatiye kirin bi salan e di çapemeniyê de rû dide.    Eren, destnîşan kir ku ew şelmaqa li Demîr hatiye xistin berdewama pêkanînên îqtidaran e ku hewl dide rojnamevanan bi cezayên girtîgehê û cezayên pereyî bitepisîne û got: "Ev şelmaq nayê efûkirin!"   Eren, di daxuyaniyê de diyar kir ku kesên xwe disipêrin serdestan bi awayekî eşkere tahdeyê li kedkarên çapemeniyê dikin. Eren, bilêv kir ku sedemeke vê jî bêrixtsinbûyîna rojnamevan e û got: "Ji bo em heq ji vê rewşêd erkevin teqez divê rojnamevan li sendîkayan xwe birêxistin bikin."    Eren got: "Ji niha û pê ve bila kes bêdeng nemîne. Em bi awayekî rêxistinkirî deng derxînin."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.