Ahmet Turk: Min 12’ê Îlonê dît, heman neheqî berdewam dikin 2021-12-20 13:53:41   ENQERE - Siyasetmedar Ahmet Turk di Doza Kobanê de axivî û neheqiyên di heyama darbeya 12’ê Îlonê de bi bîr xist û got îro jî ew bi heman neheqiyan re rûbirû mane.    Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê di roja yekemîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dest pê kir. 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.    Siyasetmedarê ku li Girtîgeha Sîncanê ne li eywana danişînê amade bûn. Berdevkê HDP’ê yê berê Gunay Kubîlay beşdarî danişînê nebû. Siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda ne bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedar Ahmet Turk ku negirtî ji dozê tê darizandin jî ji Mêrdînê bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Di danişînê de ewilî ji parêzerên dozê Alî Bozan axivî. Parêzerê Meryem Adibellî, Mustafa Kemal Baran jî axivî û destnîşan kir ku axaftin ango parastina bi kurdî xelet li girtekan tê nivîsandin .    ‘ÎRO JÎ EM BI HEMAN NEHEQIYAN RE RÛBIRÛ MANE’   Pişt re siyasetmedar Ahmet Turk bi riya SEGBÎS’ê ji Dadgeha Mêrdînê beşdarî danişînê bû û axivî. Turk anî ziman ku ew emeliyat bûye ji ber vê yekê nikaribûye dosyeyê lêkolîn bike û bal kişand ser neheqiya tê kirin. Turk bal kişand ser neheqiya qeyûmê danîne ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û wiha got: “Em di van pêvajoyan de bi neheqiyên gelek mezin man û îro jî dimînin. Min pêvajoya 12’ê Îlonê dît. Lê belê tevî 50 sal di ser re derbas bûye jî îro jî em bi heman neheqiyan re rûbirû mane. Heke mimkin be ez ê piştî demekê werim Enqereyê parastin bikim û ji bo vê dema zêde dixwazim.”    Serokê dadgehê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên Turk daxwaza wî ya dema zêde qebûl kir.    Pişt re dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.    ‘EM DIXWAZIN LI HER SAETEK WAN 50 SALAN GUHDAR BIKIN’    Piştî navberê siyasetmedar Ayla Akat Ata ya li eywana danişînê amade bû, li ser SEGBÎS’ê silav da Ahmet Turk û wiha got: “Serok Ahmet beriya her tiştî em dibêjin derbasî be. We li vir behsa darizandina 50 salan kir. Em dixwazin li her saetên wan 50 salan guhdar bikin. Ez ewqas jî ji we re silametiyê dixwazim. Ji me hemûyan re derbasî be.”