Di Doza Şemzînanê de ‘zarokên baş’ beraet kirin 2021-12-20 13:13:59 WAN - Bersûcên bombekirina Pirtûkxaneya Umudê ya Şemzînanê Alî Kaya û Ozcen Îldenîz ên leşker û îtîrafkar Veysel Ateş ku berê hatibûn cezakirin û pişt re cezayê wan hat xerakirin, hatin beraetkirin.    Danişîna biryarê ya doza binefser ên leşker Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş yên ku Pirtûkxaneya Umudê ya Şemzînanê bombe kiribûn, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûc beşdarî danişînê nebûn. Xwediyê Pirtûkxaneyê Seferî Yilmaz û gelek parêzer amade bûn. Parlamenterê HDP’ê Saît Dede, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û gelek parêzer û kes piştevaniya Seferî Yilmaz kirin.    Parêzerê bersûcana Yurdakan Yildiz îdia kir ku darizandinên tên kirin hemû mîzansen in û xwest bersûc werin beratkirin.    YILMAZ: ME WAN LI SER SÛC GIRT    Seferî Yilmaz jî parastinê kir û destnîşan kir ku dozger di mutalaya xwe de bi alî tevdigere û di kêliya bombekirinê de sê kes li pirtûkxaneyê bûn. Yilmaz da zanîn ku şandeya pispor dibêje ku kêliya teqînê kes li wir nebûye, lê belê yên birîndar xilas bûne hene û ji ber şideta bombeyê hêj di guhê wî xesar heye. Yilmaz anî ziman ku piştî teqînê wî daye ser Veysel Ateş û 60 metre li pêş xwe li wesayîtek parkkirî girtiye got: “Me van kesan di wesayîtê de li ser sûc girt. Alî Kaya ji bagaja wesayîtê rakir kalaşnîkofê û xwest xelkê gulebaran bike. Lê xelk ji vê re bû asteng. Ev sûcdar li ser kar hatin girtin û radestî dewletê hatin kirin. Tevî ku her tişt şênber e jî lê ji bo bersûcan daxwaza beraetê dide nîşandan ku dozger bi alî tevdigere.”    ‘DOZA HESABDAYÎNÊ NÎNE’    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar jî anî ziman ku ev doz ne dozek hesab dayînê ye û tevî ku sûcdar li ser kar hatine girtin jî lê dîsa tên beraetkirin.    ‘ZAROKÊN BAŞ’ HATIN BERAETKIRIN    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û parêzerên din daxwaza dema zêde kirin û dadgehê navber da danişînê. Piştî navberê dadgehê daxwaza zêde parêzeran red kir û ji bo bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û Veysel Ateş ku wek “zarokên baş” tên nasîn, biryara beraetê da.