Wêneyên bi kincên herêmî bûn sedema girtinê 2021-12-20 11:33:23   AMED - Hevseroka MED TÛHAD-FED'ê Emîne Kaya û Selma Tanrikûlû, hincetê wêneyên xwe yên bi kincên herêmî bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de di 16'ê kanûnê de Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) Emîne Kaya û hevjîna Serbijîjkê Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê Zekî Tanrîkûlû ku di 2'ê îlonê 1993'an de hatibû kuştin Selma Tanrîkûlû hatibûn binçavkirin. Piştî ku îfadeyên Kaya û Tanrîkûlû li Miduriyeta Polisan a Amedê hat girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê wan bi hinceta ku "endamên rêxistinê" sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê, bi heman hincetê Kaya û Tanrikûlû girt.    Hat hînbûn ku ji bo girtina Kaya û Tanrikûlû weke delîl kincên herêmî yên "şal û şepik" hatiye nîşandan.