Kekê Erkmen: Dewletê birayê min înfaz kir 2021-12-20 11:25:51   STENBOL - Kekê Vedat Çem Erkmen ku li Girtîgeha Tekîrdagê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, Saîm Erkmen wiha got: “Dewletê birayê min înfaz kir.”   Vedat Çem Erkmen ê cezayê muebbeta girankirî lê hatibû birîn û li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yemîn a Tekîrdagê dihat ragirtin, duh li hucreya lê dima bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Erkmen ku danê sibê anîn Miduriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê pişt re ji aliyê polîsan ve hat revandin û nedan malbatê. Hat hînbûn ku cenazeyê Erkmen birine Weqfa Mehmetçîk a di navbera Stenbol û navçeya Gebzeya Kocaeliyê dimîne.    BÊAGAHÎ BIRIN ATK’Ê   Kekê Vedat Erkmen, Saîm Erkmen diyar kir ku duh saet nêzî 21.00’an ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lê hatiye gerandin û dazanîn ku îdareya girtîgehê îdia kiriye ku birayê wî întîhar kiriye. Erkmen, bi lêv kir ku bawer nakin ku birayê wî întîhar kiriye û wiha got: “Birayê min ne kesekî wisa ye ku întîhar bike. Dewletê bixwe ew kuşt. Ji bo ku bipeçînin jî cenaze bêyî agahiya me û parêzerên wî birin Saziya Tiba Edlî (ATK).”   OTOPSIYA VEŞARTΠ   Erkmen, bertek nîşanî negirtina parêzeran a kirariyên otopsiyê da û wiha axivî: “Birayê min înfaz kirin. Ji bo ku wan bi xwe kuşt, otopsiya wî ji me veşartî kirin.”