Li Girtîgeha Tekîrdagê girtiyek jiyana xwe ji dest da 2021-12-20 09:26:12 STENBOL - Li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F girtiyê bi navê Vedat Erkmen bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Vedat Erkmen li Girtîgeha Tekîrdaghê ya Tîpa F girtîbû, li hucreya dihat ragirtin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Cezayê heta hetayê yê girankirî û 374 sal cezayê giran lê hatiye birîn.  Îdareya girtîgehê duh êvarê saet li derdora 21.00'an de li malbata Erkmen digere û agahiya ku di hucreyê de "întîhar" kiriye dide.   Her wiha îdareya girtîgehê ji malbatê re ragihandiye wî rakirine nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest daye. Piştî vê agahiyê malbata girtî û parêzerên wî çûn Tekîrdagê.