ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-20 09:00:06 * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, diyar kir ku di sedsala duyemîn de armanca avakirina Komara Demokratîk danîne ber xwe û got: "Em dixwazin di vê sedsalê de bi ser bikevin. Em mecbûr in ji bo serketinê mezin bifikirin." * Fatma Tûrgay ku dema çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê bi şala xwe ya kurê wê yê li Rojava jiyana xwe ji dest dabû jê re şandibû di hişê herkesî de mabû, niha jî bi vê şala xwe di Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan hatiye destpêkirin de cih digire.    * Nobeda Edaletê ya Malata Şenyaşar wê di roja 287'emîn de berdewam bike.    * Danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji bo girtiyên nexweş werin berdan wê daxuyanî bide. (13.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên wê di roja 35'emîn de li Baroya Amedê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Danişîna 8'emîn a doza ku kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Avci jê tê darizandin wê li Dadgeha Mûglayê were lidarxistin. (13.30)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê wê di meha 77'emîn de li Kolana Halîtaga ya Kadikoya Stenbolê li hev bicivin. (18.00)   * Basin Îş a DÎSK'ê wê li ber Navenda Giştî ya Haberuturkê ya li Beyogluyê derbarê Muharrem Sarikaya ku tundiyê li rojnamevenek kirbû de çalakiya protestoyê li dar bixe. (18.30)