Zarok TV’yê frekansa xwe guhert 2021-12-19 16:21:59   AMED - Zarok TV ku dest bi weşana xwe ya nû kir, bi guhertina frekansê weşana xwe bidomîne.    Televîzyona zarokan a kurdî Zarok TV ku li ser peyka TURKSAT 3A/4A weşana xwe dike, bi weşana xwe ya nû re wê bi grekanseke din weşana xwe bidomîne. Midurê Giştî yê Zarok TV'yê Farûk Korkmaz têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê ji 1'ê çileya 2022'an şûn ve li peyka TURKSAT 3A/4A bi frakanseke nû weşana xwe bidomînin. Korkmaz, destnîşnan kir ku bi vê guhertina teknîkê wê zarokên kurdan di qalîteyeke baştir de karibin televîzyona wan temaşe bikin.    Bi guhertinên otomatîk an jî manûel ku di televîzyonan de bê kirin wê Zarok TV karibe ji van Frekansên nû bê temaşekirin:    Frekans: 12685 MHZ   Sembol: 30000   Polarizasyon: Dikey (Vertical)