Bangî Wezareta Edaletê kirin: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin 2021-12-19 14:11:43 AMED - Di roja 34'an a Nobeta Edaletê de malbatan bangî Wezareta Edaletê kirin û gotin ku bila êdî ji girtîgehan darbest dernekevin.  Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin di roja 34'an de berdewam dike. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Licê serdana malbatan kirin. Rêveberê HDP'a Licê Yûsûf Peker, diyar kir ku Nobeta Edaletê ji bo wan tevan gaveke biçûk a edaletê ye û ev tişt got: "Em hêvî dikin ku ev gav mezin bibin û vê zilmê bi dawî bibe."   'DI MEHEKÊ DE 4 CENAZE HATIN'   Xizma girtî Reşahat Ada, diyar kir ku ji bo ji girtîgehan cenaze dernekevin di Nobeta Edaletê de ne û wiha got: "Ev meheke em li vir in. Em naxwazin cenaze bên lê di mehekê de 4 cenaze hatin. Em bangî Wezareta Edaletê dikin; bila dengê me bibihîze. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin. Heta daxwazên me bên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin. "   'EM DENGÊ EDALETÊ PIRTIR BIKIN'   Xizmê girtî Hakki Boltan jî axivî û ev tişt got: "Rexmî cezayên dadgehan daye qediyane jî girtî nayên berdan û înfazên wan tên şewitandin. Ji ber kurdbûna xwe înkar nakin nayên berdan. Dixwazin poşman bibin. Heke ev li welatekê din bûna wê qiyamet rabûna. Em tenê dinyayeke adil dixwazin. Me li malê jî digot edalet lê ev deng naçe kesî. Ji bo dengê edaletê em hatin baroyê. Heta niha gelek kesan piştgirî daye vî dengî lê divê ev deng bê pirkirin. Heke ev pirsgirêka edaletê çareser bibe wê li Tirkiyeyê hemû qrîz çareser bibin. Ev rûniştina me ji bo ku zarokên me nemirine. Ji bo welatek aram û aştiyane ye."