29 xwendekar ji xurekên qantîna dibistanê şehrî bûn 2021-12-19 13:03:36   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, xwendekarên Lîseya Anadolûyê ya Teknîka Pîşeyî ya Mehmet Erdem bi xurekê qantîna dibistanê şehrî bûn. Derbarê berpirsan de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 29 xwendekarên ku ji qantîna Lîseya Anadolûyê ya Teknîka Pîşeyî ya Mehmet Erdem xwarin kirîbûn pê şehrî bûbûn. Piştî bûyera ku roja înê (17'ê kanûnê) pêk hatibû xwendekaran rakiribûn nexweşxaneyê û malbatên xwendekaran giliya qantînê û şîrketa goştê kofte firtibû qantînê kirin.    Piştî gilîkirinê derbarê berpirsan de lêpirsîn hat destpêkirin.