Malbata Şenyaşar: Wê gel vê zilmê ji bîr neke 2021-12-19 12:47:50   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 286'an de Nobeta Edaletê didomîne ev peyam parve kir: "Wê gel vê zilmê ji bîr neke."     Di 14'ê hezîrana 2018'a de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Di 9'ê adarê de Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di vê êrişê de hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta Edaletê ya malbatê di rojan 286'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê jî ev parvekirin kir: "Xala destpêkê 0 (sifir) ya dîrokê: Xerabreşk xala destpêkê 0 (sifir) ya hiqûq û edaletê: Turîstên tên Rihayê êdî serdana Edliyeya Rihayê jî dikin. Gel wê vê zilmê ji bîr neke."