Nahît Eren: ATK li gorî hewaya siyasî tevdigere 2021-12-19 10:01:23   AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, diyar kir ku ATK di mijara girtiyên nexweş de li gorÎ hewaya siyasî tevdigere û got ku wê têkildarî mijarê wê hewl bidin ku bi Wezareta Edaletê û partiyên li meclisê re bikevin têkiliyê.       Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 34'an de didome. Rexmî hemû bangên ku tên kirin jî girtiyên nexweş nayên berdan û li pey hev agahiya mirina wan ji girtîgehan tê. Di nav mehekê de girtiyên nexweş ên bi navê Bangîn Mûhammed, Abdulrezzak Sûyûr (56) Halîl Guneş û Salîh Togrûl ku di sala 2014'an de hatibû berdan jiyana xwe ji dest dan.    BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, derbarê mirinên girtiyên nexweş ku li girtîgehan pêk tên û çalakiya malbatên girtiyên nexweş ku li baroyê didome de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev nirxandin kirin:    "Komîsyona Girtîgehan a Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê bi salan e têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê xebatan dike. Di raporên komîsyonê de bi taybetî li ser rewşa girtiyên nexweş tê rawestandin. Di astengkirina berdana girtiyên nexweş de rola Saziya Tipa Edlî (ATK) û lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan heye. ATK û lijne raporên siyasî didin. Hê jî ATK raporên ku "dikarin li girtîgehê bimîne" didin. Ev nîşan dide ku ev ne tenê pirsgirêkeke teknîkî û hiqûqî ye. Mirinên pêk tên jî delîla vê yekê ne. Ji ber ku nayên berdan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Bi awayekî aşkera li holê ye ku ev binpêkirineke mafê jiyanê ye."   NOBETA EDALETÊ    Ev pêvajo nîşan dide ku çalakiya li baroya me tê kirin çi qas mafdar e. Ev mirov êdî naxwazin darbestên xizmên wan ji girtîgehan derkevin. Girtiyên nexweş ên 25-30 sal in girtî ne hene û tê astegnkirin ku van mirovan dema xwe bi xizmên xwe re derbas bikin. Rola desthilat û darazê ya di vê astengkirinê de di hêla mafê mirovan de xemnak e. Bi salan e desthilat û daraz li dijî gel û siyasetmedarên kurd nêzikbûneke polîtîk nîşan didin. Îro ev hê bêtir tê dîtin. Girtiyên siyasî bi pêkanînên cihêkar re rû bi rû ne. Me gelek caran dît ku girtiyên edlî çawa hêsan tên berdan. ATK ku divê di mijara delîlan de serbixwe be lê mixabin em dibînin ku li gorî hewaya siyasî ya Tirkiyeyê tevdigere.    HEWLDAN DIDOMIN   Çalakiyên ku li Amed û Wanê hatine destpêkirin li dijî bêhiqûqiyan "bêîtaetiya sivîl" e. Xizmên girtiyan, ji bo parastina mafê jiyanê ya xizmên xwe di nav lêgerîna edaletê de ne. Dema ku destpêkê hatin cem me, me ji wan re got ku weke Baroya Amedê tişta bikeve ser milê me em ê bikin. Di vê derbarê de hewldanên me jî çêbûn. Em bi serokên baroyên herêmê re di nav têkiliyê de ne. Amedekariyên me hene ke em bi Wezareta Edaletê û partiyên li meclisê komê wan hene re hevdîtin bikin. Hêvî dikin di demek kurt em vê pirsgirêkê çareser bikin û li şûna darbestên wan ji girtîgehan derkevin demên xwe yên dawîn bi malbatên xwe re derbas bikin."   MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar