Doza Çapemeniyê ya KCK'ê: Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne 2021-12-19 09:15:09   STENBOL - Ji rojnamevanên ku di çarçoveya "Doza Çepemniyê ya KCK'ê" de tên darizandin Kenan Kirkaya, anî ziman ku çapemeniya kurdî bi operasyonên hatin kirin paş de gav neavêtiye û rojnamevan Sadik Topaloglû jî got: "Çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe didomîne."    Di ser operasyona li hemberî çapemeniya kurdî ku wekî "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê" tê zanîn, 10 sal derbas bûn. Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Demokratîk Modernîte, Gun TV û Firat Dagitimê jî di nav de 46 rojnamevan di 20'ê Kanûna 2011'an de hatibûn binçavkirin û ji rojnamevanên hatibûn binçavkirin 32 jê di 24'ê Kanûnê de hatibûn girtin.    Di îdianameya hatibû amadekirin de hevpeyvînên rojnamevanan, wêneyên ku girtibûn, daxuyaniyên çapemeniyê yên ku şopandibûn, nîşeyên ji bo nûçeyan û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û hejmarên telefonan ên di rehbera wan a telefonê de wekî delîlên sûc hatibûn nîşandan.    Ji rojnamevanên ku di 20'ê Kanûna 2011'an de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin Kenan Kirkaya û Sadik Topaloglû ku 823 rojan di girtîgehê de mabûn, vê operasyona li hemberî çapemeniya kurdî nirxandin.    ROJNAMEVANIYEK ÇAWA TÊ KIRIN?   Rojnamevan Kenan Kirkaya, bal kişand ser têkoşîna çapemeniya kurdî û destnîşan kir ku ev têkoşîn veguheriye kevneşopiyekê. Kirkaya, anî ziman ku divê mirov ji du pencereyan li kevneşopiya çapemeniya kurdî mêze bike û got: "Yek, gava em di çarçoveya rojnamevaniya li Tirkiyeyê de li ser bisekinin, çapemeniya kurdî kevneşopiyeke ku Tirkiye hînî wê nebûye didomîne. Gava em di çaçroveya herêmê de binirxînin, rehên xwe disipêrin salên dûr û dirêj. Kevneşopiyeke sed salî ya bi rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye heye. Bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Lewma ev kevneşopiya çapemeniya azad ku di 30-40 salên dawî de dirûv girtiye, bi piranî piştî ku têkoşîna azadiyê ya kurd li sînorên Tirkiyeyê şax veda, ji nû ve li ser xwe sekinî."    NUANSA AZADIYÊ   Kirkaya, anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya kurdî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdistanê berbelav bûye û got: "Taybetmendiya karekterîstîk ya sereke ya vê kevneşopiyê ev e; yek, nuansa azadiyê esas digire. Di vê çarçoveyê de tevdigere. Ji bo vê bedêlên pir giran dan. Divê ev tenê bi navan û bedeldayînê neyê sînordarkirin. Bi azmûneya çapemeniya kurdî re sabît e. Tişta ku 40 sal in tîne ziman, çapemeniya Tirkiyeyê yan jî çapemeniya tirk piştî 20 salan anî zimên. Yanî hincetên ku 20 sal berê me anîn ziman û me bedêlên wê dan, çapemeniya Tirkiyeyê yan jî çapemeniya muxalif xwe di ber re diçerixîne. Lewma mirov dikare bibêje ku çapemeniya kurdî muxalif e. Di warê bilêvkirina azadiyê û xwedîderketina wê de pir radîkal e. Ez behsa radîkalbûyînek ziwa nakim. Destkeftiyeke bi bedêlan bi dest xistiye."    ‘ME TEXSÎR NEKIR'   Kirkaya, bibîr xist ku ji ber zexên li ser wan, binçavkirin û girtina wan li hêwanên dadgehan nerazîbûna xwe anîne ziman û got: "Me gotina xwe texsîr nekir."    Kirkaya bal kişand ser armanca operasyonê jî û got: "Gava serê sibehê operasyona hat kirin me bal kişand ser çend xisûsên sereke. Ger li vê xakê çapemeniya kurdî bê tepisandin ev elameta komkujiyeke pir mezin e. Ji lew re em ji berê de bi vê dizanin. Gava hevalek dihat kuştin an jî berê xwe didan rojnameyên me û avahiyên rojnameyên me dihatin bombekirin û hewl didan çapemeniya kurdî bitepisînin, me dizanibû li paş vê tiştine din hene. Lewma em wisa difkirîn ku ji bo vê amadekariyan dikin."    Kirkaya, bilêv kir ku piştî hatine binçavkirin bi 8 rojan li Roboskiyê 34 welatî bi balafirên şer hatine kuştin û got: "Yek, ev operasyonek wisa bû ku dengê gelê kurd, êş û azara gelê kurd negihê raya cîhanê. Dudo, heya wê çaxê niakribûn çapemeniya kurdî bitepisînin. Dixwestin bi operasyonek wisa mezin çapemeniya kurdî ji binî de bitepisînin û wê ji rewşa muxalifbûnê derînin. Sisê, belkî jî ya herî girîng ev be; di ser me re peyameke pir aşkere dan civaka Tirkiyeyê. Wê demê me vê operasyonê wekî operasyoneke li hemberî çapemeniya azad, ehlaqa rojnamevanê û her kesî nirxand çendî ku ên bedêl dan bûn jî. Ji wê rojê heya niha hema bibêje nimêja cenaze ji bo çapemeniya Tirkiyeyê hat kirin. Lewma ew bêdengiya ji bo operasyona li hemberî me, bû sedema atmosfereke kes nikare tiştekî bibêje."    ÊN HEDEF NÎŞANDAN BÛN HEDEF   Kirkaya, destnîşan kir ku hemû kesên tiliya wan di vê operasyonê de hebûn paşê hemû bûne hedef. Kirkaya bibîr xist ku wê demê rojnameya Zamanê manşeta "Teror Prees" daye û paşê li hemberî wan jî operasyonê hatiye kirin.    Kirkaya, destnîşan kir ku tevî hemû zext û çewisandinan jî çapemeniya kurdî paş de gav neavêtiye û got: "Ne operasyona duh hat kirin û ne jî yên ji niha û pê ve dê nikaribin bi çapemeniya kurdî paş de gav bidin avêtin. Ev ne pêkan e. Kesên xwe dixin bin barê vê kevneşopiyê, bi vê ferasetê dest pê dikin; bedêla vî karî heye. Lewma êriş tenê dê bikin ku feraseta van mirovan xurtir bibe. Dê xîreta ji bo têkoşînê gurtir bike."    DERSÊ JI DÎROKÊ NAGIRIN   Rojnamevan Sadik Topaloglû, anî ziman ku ev di warê dîroka çapemeniya kurdî de ev operasyon operasyonek girîng e û armanca wê jî tepisandin û bêdengkirina çapemeniya kurdî bûye. Topaloglû got: "XWestin aşkerekirina heqîqetê bê astengkirin."    Topaloglû, destnîşan kir ku armanca sereke ya operasyonê ji binî de bêdengkirina çapemeniya azad bûye. Topaloglû, bilêv kir ku bi vê operasyonê derketiye holê ku dewletê ders ji dîrokê negirtiye û got: "Ji lew re gava Ozgur Ulke hatibû bombekirin mirov bûbûn lehî û çûbûn rojnameyê. A din a rojê rojname bi manşeta 'Dê ev agir we jî bişewitîne!' derketibû. Gel rahiştibû rojnameyê û li kuçe û qadan belav kiribû."    ‘DAYIKÊN 60 SALÎ NÛÇE DINIVÎSANDIN'    Topaloglû, ragihand ku gava operasyon çêbûye ew li DÎHA'yê dixebitî û diyar kir ku gava girtîbûn gelek kes ji dêvla wan nûçe çêkirine. Topaloglû got: "Kareya wêne ev bû; dayikên 60 salî di hundirê buroyê de, li ser komputerê nûçe dinivîsandin. Li qadê di dest wan de wênegir nûçe berhev dikirin. Atmosferek bi vî rengî hebû. Mirov qefle bi qefle berê xwe didan ajansê. Dikarim bibêjim ku ew wênegira me deqeyekê jî li erdê nema. Gava em di rojnameyan de çav bi van wêneyan ketin em hetsiyar bûn. Wê kêliyê min ji xwe re digot, 'Careke din hat pesendkirin ku kes nikare çapemeniya azad bitepisîne. Ji lew re çapemeniya azad hêza xwe ji gel digire."    Topaloglû, destnîşan kir ku di dema vê operasyona ji bo qirkirina çapemeniya kurdî hat kirin de çapemeniya çepgir û soyaslît piştevaniya wan kiriye û got: "Saziyên muxalif nderiyên saziyên xwe li me vekirin. Nûçeyên werdigirtin bi me re parve dikirin. Yanî wan jî xwe xist bin vî barî."    Topaloglû, bibîr xist ku rojnameya Zamanê û rojnameyên din ên nêzî cemaetê ew kiribûn hedef û got: "Hê em di bin çavan de bûn û haya me ji fezlekeyên derbarê me de tune bûn, fezleke di manşetên çapemeniya berbelav de bûn. Hevdîtinên me yên bi çavkaniyên nûçeyan re dihatin terorîzekirin. ÇApemenî di pozîsyona sûcdariyê de ma. Daraz jî tenê peywira kûkletiyê dikir."    ‘KXEZA TÛRNÛSOLÊ'   Topaloglû, diyar kir ku çapemeniya kurdî niha veguheriye kaxeza tûrnûsolê ya demokrasiya Tirkiyeyê û got: "Ji lew re çapemeniya kurdî bi nûçeyên xwe, bi rê û rêbaza xwe, bi helwesta xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê gelek rê li ber Tirkiyeyê xistine. Lê ev nehatin bikaranîn, hatin hebakirin an jî ber cihekî din ve hatine kişandin. Ev li hêlekê, lê cihê ku çapemeniya kurdî lê ye cihê heqîqetê ye. Niha jî çapemeniya kurdî bihêz dibe û têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê didomîne."    MA / Mehmet Aslan