Temenekî mişt têkoşîn û hêvî: Ramazan Kalkan 2021-12-19 09:02:34   MÊRDÎN - Ramazan Kalkan ku ji ber îşkenceyê çavekî wî kor bûye û 3 lawên wî di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane got: "Dê ev keda me, ev tiştên hatine serê me Kurdistanê azad bikin."    Ramazan Kalkan, di sala 1947'an de li gundê Barman ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Di salên 1970'yî de gotiye "Ez jî misilman im" û di nav Partiya Mîllî Selametê (MSP) de cih girtiye û demekê jî daxilî nav partiya Anavatanê (ANAP) bûye û paşê tevli Partiya Kedê ya Gal (HEP) bûye. Kalkan bi van gotinen behsa çîroka xwe ku çawa tevgera siyasî kurdî nas kiriye kir: "Rojekê min di televîzyonê de çalakiyek ku ji bo Vedat Aydin dihat kirin dît. Navê xwediyê malê Kazim bû. Min got, 'Kazim ev dibêjin kurd, Kurdistan.' Parlementerê kurd diçin Ewropayê. Wê rojê te digot qey serê min li dîwêr ketiye. Ji nişka ve şiyar bûm."    ‘WÊ ROJÊ TE DIGOT QEY DÎWAR HILWEŞIYAN'   Kalkan ku kalê wî di dema Fermana Tanzîmatê de hatiye kuştin, di salên xwe yê 20'î de jî bavê wî jiyana xwe ji dest dide û barê malbatê dikeve ser milê wî. Kalkan ku cotkarî, sewalvanî û mêşvanî kiriye, di ber karê xwe re jî karên siyasî kiriye. Gava endamê ANAP'ê bûye, çûye Enqereyê. Kalkan wiha behsa wê rêwîtiyê kir: "Min siyasetk cuda dît. Min fêm kir ku Enqereb û vira ne wekhev in." Kalkan, paşê tevli HEP'ê dibe. Ji bo vê jî got: "Wê rojê, wê kêliyê min got ez HEP'î me. Piştî wextekê çûm Stewrê. Min avahiya partiyê ya navçeyê vekir. Di sala 1991'ê de gava HEP bi SHP'ê re tevli hilbijartinê bû, axayê gund gazî min kir. Xwest raya xwe bidim ANAP'ê. Min got ez HEP'î me. Wê rojê te digot qey dîwar hilweşiyan. Yek li ber axê radibe û dibêje ez ji partiyeke din im. Ev tiştekî pir mezin bû. Paşê hilbijartin çêbû û em bi ser ketin."    SERHAT KALKAN   Kalkan, piştî ku tevli HEP'ê dibe, pê re girtîgehê jî nas dike. Di sala 1992'yan de tevî kurê xwe Îsmet tê girtin. Gava di girtîgehê de bûye, cerdevantî li zarokên wî tê ferzkirin. Kurê wî Hasan (Serhat) ji ber zext û çewisandinan hew îdare dike û tevli PKK'ê dibe. Kalkan jî piştî 6 mehan ji girtîgehê dertê. Kurê wî Hasan jî piştî wextekê di şer de jiyana xwe ji dest dide.    LI BER CERDEVANTIYÊ RABÛ   Piştî ev qas tiştan esker cardin jî cerdevantiyê lê ferz dikin. Kalkan got: "Fermandarê qereqolê bi eskeran re dihat. Dixwest em bibin cerdevan. Me qebûl nedikir. Diçûn û dihatin. Gotin 'ji her malê kesek.' Me qebûl nekir. Çûn hatin. Gotin, 'ji her malê sê kes.' Me ew jî qebûl nekir. Gotin, 'em ê xaniyên we bişewitînin.' Min got, 'Tu yê bişewitînî. Ez ê jî li ber rûnêm û cixara xwe bikişînim. Ez ê nehêlim kes bitefîne.' Paşê her êvar ez dixistim nezaretxaneyê."    ÎŞKENCE   Piştî esker dev ji ferzkirina cerdevantiyê bernadin, birayê Kalkan wî bi zorê qaneh dike ku ji gund derkevin. Lê du zarokên wî li gund dimînin. Kalkan, diçe Mêrdînê û li wir dest bi cotkariyê dike. Di wê navê de cerdevan qantirê wî, kûçikê wî û şamiyên wî dikujin û kewarên wî yên mêşan belawela dikin. Di sala 1994'an de jî vê carê tevî kurê xwe Nûsret (Egîd) tê girtin û di sala 1995'an de tevî kurê xwe ji girtîgehê derkeive. Di 1995'an de davêjin ser mala wî û hewl didin wî birevînin. Di avêtina ser malê de ew û keça wî Melahat (Berîvan Sarya), kurên wî Nûsret (Egîd) û Yûsûf tên binçavkirin. Piştî hin kes dikevin navberê keça wî Melahat tê berdan, lê ew û her du kurên xwe 13 rojan tên îşkencekirin.    Di îşkenceyê de çavê çepê yê Kalkan bi darikekî tê korkirin. Kalkan wiha behsa wan rojan kir: "Çavê min bi şaxekî teqandin. Ewilî dengê Yûsûf dihat. Paşê ji nişkave deng jê biriya. Nexweş bû. Min pirsî bê ka çi bûye. Gotin miriye. Min bawer nekir. Di îşkenceyê de nedihat bîra min bê çi hatiye serê Yûsûf. Hefteyek bi şûn de min dît dengê Yûsûf hat. Paşê ez û Yûsûf û Nûsret hatin girtin. Piştî 3 mehan em berdan."    CARDIN GIRTÎGEH Û ÎŞKENCE   Kalkan piştî HEP'ê tevli Partiya Demokrasiyê (DEP), bi dû re tevli HADEP'ê dibe. Di sala 1997'an de vê carê tevî kurê xwe Davûd tê binçavkirin û di binçavan de tê îşkencekirin û tevî kurê xwe tê girtin. Kalkan û kurê xwe Davûd 6 mehan di girtîgehê de dimînin û tên berdan. Kalkan di 15'ê Sibata 1999'an de gava Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê tê kirin tê binçavkirin. Kalkan ji bo wê rojê got: "Hemû kesên li partiyê birin. Tevî çayvan. Ez ji ber fitiqê nû emeliyat bûbûm. Dixwestin em ji Ocalan re bibêjin 'terorîst'. Em îlkence kirin."    MELAHAT Û NÛSRET   Di sala 1999'an de keça wî Melahat û piştî wê jî kurê wî Nûsret tevli PKK'ê dibin. Kalkan di sala 2007'an de di avakirina MEYADER'ê de cih digire û dibe serokê wê. Di sala 2008'an de Kalkan û malbata xwe ji bo pîknîkê diçin Nisêbînê. Wê demê kurê wî Nûsret jî dixwaze wan bibîne û bê çek diçe cem malbata xwe. Lê bêyî ku bigihîje malbata xwe cendirme ji paş de bera wî didin. Ev bûyer li ber çavê malbatê diqewime. Her wiha ji ber ku Kalkan li ser kêlika kurê xwe "şehîd" nivîsiye, hatiye darizandin. Kalkan, paşê beraet kiriye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji ber ku Nûsret bi awayekî bê çek hatiey kuştin, Tirkiyeyê mehkûm kiriye.    Melahat jî gava DAIŞ'ê êrişê dibe ser Kobanê, diçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Melahat di Cotmeha 2014'an de li Hesekê jiyana xwe ji dest dide. Kalkan wiha behsa wan rojan kir: "Telefon kirin. Gotin, 'Berîvan şehîd ketiye.' Min jî got, 'Serê we sax be.' Me şîna xwe danî û paşê ez û dêya wê çûn Rojavayê. Me got ev der jî Kurdistan e, hevalên wê li vira ne û me ew li wir defin kir."    Kalkan, tim bûye hedef û tevî zarokên xwe 3 caran hatiye girtin. Ji 11 zarokên wî 9 jê di dîrokên cuda de ketine girtîgehê. Kalkan ku ji salên 90'an heya niha bi dehan caran hatiye binçavkirin, di sala 2016'an de gava Rewşa Awarte hatiye îlankirin jî hatiye binçavkirin. Kalkan ku bi şertê kontrola edlîn hatiye berdan, di sala 2021'ê de cardin bûye hedefa operasyonan. Kalkan hatiye berdan, lê ji ber vê gelek caran çûye dadgehê.    ‘EM Ê AZAD BIBIN'   Kalkan tevî ev qas tiştî jî dev ji têkoşînê bernedaye û ji bo azadî û demokrasiyê çalakiyek li ku be diçe tevlê dibe. Kalkan diyar kir ku bi hêvî û bawerî têkoşîna xwe didomîne û bi vê bîr û baweriyê jî li ser pêya ye. Kalkan di dawiya axaftina xwe de got: "Min pir zehmtî kişad. Berê me xwe nas nedikir. Lê gava me ev tevger nas kir, me fêm kir ku em mirov in. Extiyarên me behsa kurd û Kurdistanê nedikirin. Lê niha cîhan kurdan nîqaş dike. Pir kêfxweş im. Dê ev keda me, ev tiştên hatine serê me Kurdistanê azad bikin. A pir çû, a hindik maye. Em ê azad bibin înşele. Belkî umrê min têr neke, lê wê zarokên me bibînin. Dê Kurdistan azad bibe. Bihêvî me. Înşele dê umrê min têr bike..."   MA / Ahmet Kanbal