Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin 2021-12-18 16:14:27   RIHA - Sedema mirina Ilyas Demîr ê ji dozek edlî girtîbû û cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatibû birîn û duh di hucreyê de jiyana xwe ji dest dabû, nehat diyarkirin.    Ilyas Demîr (32) li Girtîgeha Boluyê di hucreya yek kesî de dihat ragirtin. Cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatibû birîn û ew mehkûmek edlî bû. Sedema mirina vî girtiyî di otopsiya pêşîn de nehat eşkerekirin. Otopsiya wî li SazaiyaTiba Edlî ya Enqereyê hat kirin û têkildarî mirina wî “nexweşîna ne şewb e” hat nivîsandin. Malbata girtî ji Rihayê hat Enqereyê û cenazeyê lawê xwe wergirt.    Hat diyarkirin ku hekîmên li Saziya Tiba Edlî dixebitin gotine dibe ku ew di encama krîza dil de miribe û rapora berfireh a otopsiyê dê paşê were eşkerekirin. Malbatê cenaze kontrol kir û dan zanîn ku li ser cenaze şopa lêdanê an jî tiştek din nebûye.    Malbatê cenazeyê lawê xwe bir navenda Rihayê û li Goristana Eyyup Pêxember veşartin.