'Mehmet Emîn Ozkan berdin' 2021-12-18 14:40:20   ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê xwest ku girtiyê nexweş û extiyar Mehmet Emîn Ozkan were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê vê hefteyê jî di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş û extiyar Mehmet Emîn Ozkan. Komîsyonê li ber Sumerbanka kevn a navçeya Konakê daxuyanî da û pankarta “Ji girtiyên nexweş û Mehmet Emîn Ozkan re azadî” vekir û beşdaran dirûşm berz kirin.    Berdevkê Komîsyonê Ahmet Çîçek da zanîn ku di çend rojên dawî de çend girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û tevî hemû bang û çalakiyan jî girtiyên nexweş nayên berdan. Çîçek anî ziman ku li gel hinek girtî nikarin li xwe binêrin û êdî hatine asta mirinê jî nayên berdan. Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş û extiyar Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê û got tevî nexweşînên giran lê hene, exiyar e û 26 sal in bêhiqûqî tê girtin, û bangên tên kirin û raporên hene jî nayên berdan. Çîçek xwest Mehmet Emîn Ozkan demildest were berdanê û heke tiştek were serê Ozkan îqtidar û Wezareta Dadê ji vê yekê berpirsiyar e.