Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin 2021-12-18 11:38:22   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku di roja 285’emîn de Nobeda Edaletê didomîne diyar kir ku ew ê edaletê bi parêzvanên mafê mirovan re bînin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û di encama êrişê de sê ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo ku doz bi adilane were birêvebirin ji 9’ê adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin. Ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbatê nobedê di roja 285’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.    ‘EM Ê EDALETÊ BÎNIN’    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Tirkiyê, Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî 72 sal beriya niha îmze kiribû. Lê belê ev danezan li Rihayê nayê sepandin. Dayikek 285 roj in edaletê dixwaze. Hiqûq li Rihayê di bin tekela hin ‘kesan’ de ye. Em ê edaletê jî û hiqûqê jî bi parêzvanên mafê mirovan re bînin.”