Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin 2021-12-18 10:49:07 EDENE - Cenazeyê Serkan Dîkme yê di pêvajoya qedexeya derketina derve ya li Geverê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 salan radestî malbata wî hat kirin. Cenaze li Ceyhanê hat veşartin.  Serkan Dîkme yê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPG) di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan radestî malbata wî hat kirin.    Cenazeyê Dîkme li “goristana bêkesan” a Erziromê hatibû veşartin. Malbat ji bo cenazeyê lawê xwe werbigire, di sala 2016’an de ji bo teşhîsê nimûneya xwînê da Saziya Tiba Edlî ya Erziromê. Piştî 5 salan nimûneya DNA’yê li hev hat û malbat çû Erziromê cenazeyê lawê xwe wergirt. Malbatê duh cenaze bir navçeya Ceyhanê ya Edeneyê û li goristanek navçeyê veşart. Destûr nehat dayîn ku ji bilî ferdên malbatê kes beşdarî merasîmê bibe.