Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin! 2021-12-18 10:13:17     MEREŞ - Serokê Giştî yê PSAKD'ê û Cîgirê Serokatiya Giştî ya ABF'yê Muslum Metîn bertek nîşanî qedexekirina bibîranîna 43'yemîn slavegera komkujiya Mereşê dan û destnîşan kirin ku ji bo hesab kujeran bipirsin dê di 25'ê Kanûnê de li Mereşê bin.    43 sal di ser Komkujiya Mereşê re derbas bû. Di Komkujiya Mereşê ya di navbera 19-26'ê Kanûna 1978'an de çêbû, li gor hejmarên fermî 111 kes hatin qetilkirin, di ser 100'î re kes birîndar bûn û zêdetirî 200 avahiyên elewiyan hatin şewitandin û nêzî 100 kargehên wan hatin texrîbkirin.    Walîtiya Mereşê çalakiyên bibîranînê yên ji bo 43'yemîn salvegera komkujiyê qedexe kir. Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan û Cîgirê Serokatiya Giştî ya Federasyona Yekîtiya Saziyên Elewî Bektaşî (ABF) Muslum Metîn Komkujiya Mereşê û biryara qedexekirinê ya Walîtiya Mereşê nirxandin.    ‘ORGANÎZASYONA DEWLETÊ'   Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan, anî ziman ku komkujî bi organîzasyona dewletê çêbûye û got: "Dadgeh delîla vê yekê ne. Pêvajoya piştî komkujiyê delîla vê yekê ye. Bi komkujiya 1978'an hîmê derbeya faşîst a eskerî ya 12'ê Îlonê hat avêtin."    Kaplan, diyar kir ku du hêlên komkujiyê hene û got: "Hêla wê ya ewil her ku elewî li bajêr bi cih b»n bûn şirîkê bazirganiyê û paya xwe jiq ezencê girtin. Erdên berdar ên Mereşê qîmetek din li elewiyan bar kir. Ji ber ku elewî li Mereşê dibûn xwedî gotin, ev yek dewletê nerihet dikir. Ji bo vê plansaziya komkujiyê çêkirin û pêk anîn. Gava em li piştî komkujiyê mêze dikin, em dibînin ku gihaştine armanca xwe. Elewî mecbûr man terka malên xwe bikin. Di serî de Ewropa berê xw edan gel welatên din. Komkujî di vî warî de gihaştiye armanca xwe. Mirov mecbûr man terka warê xwe bikin."    Kaplan, anî ziman ku hê jî elewiyên li Mereşê mayî bifikar in û got: "Hê jî hin mirov hene gava behsa bîranên xwe dikin zehmetiyê dikişînin. Travmayên mezin rû dan. Hê jî tirs heye."    ‘HESAB LI QADAN TÊ PIRSÎN'   Kaplan, bal kişand ser biryara qedexekirina çalakiyên bibîranînê ya Walîtiya Mereşê jî û got: "Her sal qedexe dikin, lê wekî par em saziyên elewiyan em ê cardin li Mereşê bin. Dê kes nikaribe bibîranîna şehîdên me qedexebike. Daxwaza me ji civaka elewî, ji kerema xwe piştgiriya bibîranînê bikin. Em dibêjin em ê hesabê Mereşê bipirsin. Gava em bi milyonan mirovan bînin Mereşê, wê çaxê wê hesab bê pirsîn. Hesab liq adan tê pirsîn. Em ê di 43'yemîn salvegera Komkujiya Mereşê de li Mereşê bin."    METÎN: CIHÊKARIYA ELEWÎ-SUNÎ HAT GURKIRIN   Cîgirê Serokatiya Giştî ya ABF'ê Muslum Metîn jî destnîşan kir ku beriya komkujiyê li Mereşê cihêkariya elewî-sunî hatiye gurtkirin û behsa qewimînên wê demê kir. Metîn, destnîşan kir ku li Mereşê piştî komkujiyê her çûye hemara nifûsa elewiyan kêm bûye û got: "Mirov ji bo ewlehiya xwe ji bêgavî terka warên xwe kirin. Çendî bi derfetên xwe li ber xwe dabin jî, lê parastina wan a li hemberî çeteyên çekdar pir zehmt bû."    QEDEXEKIRINA BIBÎRANÎNÊ   Metîn jî bal kişand ser biryara qedexekirina çalakiyên bibîranînê ya Walîtiya Mereşê û got: "Bibîranîna miriyên me jî qedexe ye. Walîtiyê ragihand ku li bajêr hemû çalakî hatine qedexekirin. Çima her sal van çaxan qedexeyê radigihînin? Ji lew re li vê axê elewî tên qedexekirin, lê bibîranaîna wan talûke ye."      Metîn, destnîşan kir ku dê di 25'ê Kanûnê de li Mereşê bin û got: "Tu hêz nikare bibîranîna wan asteng bike. Li vî welatî 43 sal berê li Mereşê elewî hatin kuştin. Kes nikare vê rastiyê veşêre. Bi qedexeyan dixwazin me çavtirsandî bikin û em canên xwe bibîr neynin. Me komkujiya Mereşê ji bîr nekiriye. Em efû nakin. Em ê careke din komkujeran lanet bikin. Em ji bo bibîranîna Komkujieya Elewiyan a Mereşê li benda hemû can ne ku roja şemiyê bên Cemxaneya Erenlerê."    MA / Emrûllah Acar