Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e 2021-12-18 09:08:40 AMED - Li Amedê welatiyan bertek nîşanî bihabûna fiyeta nan dan û gotin: "Mêrik 5 meaşan distîne, jiyan ji bo wî xweş e. Em nemane. Pêdivî bi guherîneke ji binî de heye."  Li Amedê di nav mehekê de fiyetê nan du caran biha bû. Di meha Mijdarê de fiyeta nan ji 3 TL'yan bû 3.5 TL. Vê mehê jî bi hinceta krîza aborî fiyetê nan bû 4 TL. Her wiha xirama nan jî ji 400 xiramî daxistin 360 xiramî. Hem welatî hem jî nanpêj ji ber vê zemê nerazî ne.    Norşîn Hasanoglû got: "Em ji van fiyetan qet nerazî ne. Her diçe em porsiyonên xwe biçûk dikin. Êdî em hindikî dixwin. Em 6 kes in. Em rojê du nanan dikirin. Berê me pir distend. Demildest divê çareyek bê dîtin û fiyet bên erzankirin."    Halûk Yildiz jî hem bal kişand ser fiyetê nan hem jî bihabûna berên din û got: "Êdî em nikarin tiştekî bikirin. Berê me 3 nan dikirî, niha em bi zorê du nanan dikirin. Me her tişt kêm kiriye."    BIHABÛN   Ajovanê teqawidbûyî Munîr Anli, anî ziman ku meaşê wî têra wî nake û got: "Her tişt biha bûye. Em bi vî emaşê nikarin nanê tisî jî bikirin. Xirama nan jî kêm kirin. Xweza biha nebûna an jî mehaneya me zêde nebûna. Qet nebe wê çaxê me karibû du nan bikiriyana. Hin malbatên qelebalix rojê 10 nan têra wan nake. Bila dewlet pêşî li ber bihabûna van fiyetan bigire."    GUHERÎN   Recep Can ku teqawidbûyî ye û di ji bo debara xwe bike karekî din dike got: "Mêrik 5 meaşan distîne, jiyan ji bo wî xweş e. Em nemane. Em nikarin nan û penêr jî bixwin. Kîloya penêr bûye 50 TL. Feqîr neman. Dahata min 7 hezar TL ye, lê ez jî nemam. Pereyê tê diheke. Pêdivî bi guherînê heye, ji binî de. 20 sal bes e, guherîn şert e."    Xebatkarê firina nan Serdar Kaya jî bal kişand ser zêdebûna maliyetê û got: "Ev der ne market e ku kesek bixebite. Em 10 kes dixebitin. Niha heqê nan pir biha ye, lê dîsa jî me xelas nake. Karkeriya wê jî karkeriyeke giran e. Em kîsê arvan bi 350 TL'yî distînin. Ma em ê çawa nan bi 2 lîre û nîvan bifiroşin? Mesrefên me zêde bûne. Kîsik, kaxez... Maliyeta me pir zêde ye. Em jî dixwazin em van tiştan bi fiyetê berê bistînin. Bila fiyetê berê be ku em jî nan bi vî fiyetî nedin."