Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin 2021-12-18 08:13:23   MÊRDÎN - Rêveberê DBP’ê yê Mêrdînê Celal Ata li Nisêbînê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Polîsan duh bi şev li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser mala rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Mêrdînê Celal Ata de girtin û Ata binçav kirin. Hat hîn bûn ku Ata di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye dest pê kirin de hatiye binçavkirin.    Hat diyarkirin ku polîsan Ata birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.